NAVENDA NÛÇEYAN - AKP-MHP’ê bi rêya veguhestina leşker û polîsên veguhestî herî kêm 12 bajar û navçe xesp kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li 31 navendan 46 Hezar û û 901 hilbijêrên veguhestî tespît kirine. Leşker û polîsên veguhestî duh li Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Qers, Agirî û Îdirê bi komî deng dan û ev kêlî hatin qeydkirin.
Ev rewşa ku rastî bertekên tund hat, li gelek bajaran encam negirt. Tevî vê hîleya hilbijartinê jî DEM Partî li gelek navendan bi ser ket. Lê belê li hinek navendan ji ber dengên leşker û polîsên veguhestî, AKP-MHP’ê şaredarî xesp kirin.
12 BAJAR Û NAVÇEYE Û GELEK BAJAROK HATIN XESPKIRIN
Li gorî encamên nefermî; AKP-MHP’ê di encama hîleya hilbijartinê de herî kêm 12 bajar û navçe xesp kir. Dema bajarokên ku leşker û polîs lê hatine veguhestin tên hejmartin, ev hejmar 30 şaredariyan derbas dike.
Li hinek bajar û navçeyan rewş wiha ye:
1- ÊLIH/ KERCEWS
AKP: Hezar û 360
Partiya DEM’ê: Hezar û 306
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 54
Hilbijêrên veguhestî: 274
2- AMED/ GÊL
AKP: 4 Hezar û 589
Partiya DEM’ê: 4 Hezar û 372
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 217
Hilbijêrên veguhestî: Hezar û 129
3- AMED/HEZRO
AKP: 4 Hezar û 83
Partiya DEM’ê: 3 Hezar û 712
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 371
Hilbijêrên veguhestî: 797
4- COLEMÊRG/ÇELÊ
AKP: Hezar û 506
Partiya DEM’ê: Hezar û 404
MHP: 883
Partiya Zaferê: 405
CHP: 379
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 102
Hilbijêrên veguhestî: 3 Hezar û 235
5- COLEMÊRG/GEVER/BAJÊRGE
AKP: Hezar û 22
Partiya DEM’ê: 531
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 491
Hilbijêrên veguhestî: 953
6- COLEMÊRG/ŞEMZÎNAN
AKP: 4 Hezar û 64
Partiya DEM’ê: 3 Hezar û 739
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 325
Hilbijêrên veguhestî: Hezar û 886
7- QERS/ NAVEND
MHP:16 Hezar û 384
Partiya DEM’ê: 13 Hezar û 120
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 3 Hezar û 264
Hilbijêrên veguhestî: 3 Hezar û 842
8- MÊRDÎN/STEWR
AKP: 6 Hezar û 15
Partiya DEM’ê: 5 Hezar û 248
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 767
Hilbijêrên veguhestî: 978
9- SÊRT/DIHÊ
AKP: 2 Hezar û 857
Partiya DEM’ê: 2 Hezar û 125
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 732
Hilbijêrên veguhestî: Hezar û 71
10- ŞIRNEX/ELKÊ
AKP: 2 Hezar û 169
Partiya DEM’ê: Hezar û 215
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 954
Hilbijêrên veguhestî: 828
11- ŞIRNEX / NAVEND
AKP: 18 Hezar û 33
Partiya DEM’ê: 15 Hezar û 553
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn de: 2 Hezar û 480
Hilbijêrên veguhestî: 6 Hezar û 541
12- ŞIRNEX/QILEBAN
AKP: 2 Hezar û 681
Partiya DEM’ê: 2 Hezar û 575
Ferqa di navbera partiya yekemîn û duyemîn deı: 106
Hilbijêrên veguhestî: Hezar û 409