NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, piştî 12 salan çû paştextê Iraqê Bexdeyê. Erdogan dê li Bexdeyê bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin bike û piştre biçe Hewlerê.
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, piştî 12 salan çû Iraqê. Erdogan dê li Bexdeyê bi rayedarên hikûmetê re hevditin bike. Erdogan piştî ziyareta Bexdeyê dê derbasî bajarê Hewlerê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Li gel Erdogan, Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Musteşarê MÎT'ê Îbrahim Kalin, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Tabîî Alparslan Bayraktar çûn Bexdeyê.