COLEMÊRG - Zaroka 11 salî Esra Yucel li navçeya Şemzînanê rastî destdirêjiyê hatibû û Yucel navê faîlan dabû. Tevî vê jî di civîna li gund hatibû lidarxistin de zarok Yucel “sûcdar” hatibû dîtin. Di doza mirina Esra Yucel de 7 meh berê biryar hate dayîn lê hêj jî hinceta biryarê nehatiye eşkerekirin.
Di 27’ê gulana 2016’an de kesên bi navên Nîhat Yilmaz (31), Veysî Yilmaz (35) û Zahîr Yilmaz (32) ku pismamên hev in, li gundê Oglakli yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê destdirêjî li zaroka 11 salî Esra Yucel kirin. Piştî bûyer derketî holê, 3 bersûc hatin girtin û demek piştre hatin berdan. Piştî berdana faîlan, Esra Yucel neçar hat hiştin ku întîhar bike. 7 sal piştre 3 bersûcên di dosyayê de dihatin darizandin hatin beraetkirin. Îcar jî endamên malbatê ji ber mirina Yucel hatin binçavkirin û girtin. Zaroka 11 salî rastî destdirêjiyê hat û ji ber zexta civakî neçar ma întîhar bike lê tevî gelek delîlan jî dosya bi necezakirinê biencam bû.
Me, polîtîkaya necezakirinê û zexta civakî ya di pêvajoya mirina Esra Yucel de da ber hev.
ÎFADEYA YUCEL: TECAWIZ KIRIN Û PIŞTRE JI KENDALÊ AVÊTIN XWARÊ
Esra Yucel di 27’ê gulana 2016’an de ku wê demê 11 salî bû, ji hêla gundiyan ve li bin kendalekê hate dîtin. Dema hatî dîtin baş li ser hişê xwe nebû û di nava xwînê de bû. Piştî gundên derdorê li rewşê hatin agahdarkirin, gelek kes ji bo alîkariyê çûn cihê bûyerê. Yek ji kesên ji bo alîkariyê çûyî jî bavê Esra Yucel bû. Bavê ku keça xwe di nava xwînê de dîtî, li betaniyekê werpêça û bire malê. Ji bo Yucel ambulans hate xwestin. Yucel, li nexweşxaneyê hate ser hişê xwe û piştre îfade da. Yucel, got ku dema ji bo rijandina gilêşî ji malê derketî, ji hêla 3 kesan ve hatiye revandin û destdirêjî lê hatiye kirin.
Yucel, piştî tedawiyê di 6’ê hezîrana 2016’an de îfade da û heman îfadeyên xwe dubare kir û navên kesên destdirêjî lê kirine da. Yucel, di îfadeya xwe de wiha got: “Ez ji kesên destdirêjî li min kirin ditirsiyam lewma min di îfadeya xwe de nekarî rastiyê vebêjim. Di nava vê demê de gefên van her sê kesan zêde bûn û bi awirên cuda li min dinêrin. Lewma min xwest navên wan bi we re parve bikim.”
Di îfadeya xwe de Yucel da zanîn ku Nîhat, Veysî û Zahir Yilmaz ew li pêşiya malê revandine, dîl hatiye girtin, hatiye derbkirin, rastî destdirêjiyê hatiye, faîlan dîmenên kêliya tecawizê kişandine û piştre jî di kendalê de hatiye avêtin.
3 FAÎL HATIN GIRTIN
Li ser îfadeya Yucel, Nîhat, Veysî û Zahir Yilmaz ji ber sûcên “Îstîsmarkirina biwesf a li dijî zarokê” û “Bi rêya tundî, gefxwarin an jî hîleyê kes ji azadiya xwe bêpar hiştine” hatin binçavkirin. Bersûcan, tawanbariyên heyî red kirin û ji bo xwe ji sûc xelas bikin, îdia kirin ku xizmê Esra Yucel ê bi navê E.Y. ev sûc kiriye. Lê belê di encama lêkolînê û hevgirtina DNA’yê de tu delîlên ku E.Y. ev sûc kiribe nehatin peydakirin. Her sê kes bi heman sûcan hatin girtin û şandin girtîgehê.
Her sê bersûc 8 meh piştre bi şertê rêya îstînaf û temyîzê vekirî be, bi îdiaya “delîl tune ne” hatin berdan. Salek piştî pêvajoya darizandinê, li her sê faîlan nêzî 42 sal cezayê hefsê hate birîn.
ZEXTA CIVAKÎ LÊ HATE KIRIN
Piştî berdana bersûcan, Esra Yucel di 6’ê adara 2017’an de hêj 12 salî bû ku neçarî întîharê hate kirin. Hat îdiakirin ku Yucel li mala xwe, xwe bi çekê kuştiye. Lê belê xizmên Yucel dan zanîn ku zexta psîkolojîk û civakî li zarokê hatiye kirin û bi eşkereyî neçarî întîharê hatiye kirin.
Derket holê ku dema faîlên tecawizê girtî, malbatên wan û gundiya zext li Esra Yucel kirine û piştî faîl hatin berdan jî wan bi xwe zext li Yucel kirine. Di vê pêvajoyê de Yucel gelek caran hewl da xwe bikuje. Di serî de rûspiyên gund, keya û melayê gund, ji bo Yucel giliyê xwe paşve bikişîne zext li malbata Yucel kirin. Hat zanîn ku beriya Yucel jiyana xwe ji dest bide, zext lê hatiye kirin ku li pêş çavên her kesî sond bixwe. Li gel ku tiştên bi serê wê hatin vegotibû jî gundiyan Yucel sûcdar kirin.
JINÛVEDARIZANDIN
Piştî hukmê li ser 42 salan hatiye dayîn, parêzerên bersûc dosya birin Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Wanê. Dadgeha herêmî biryar da ku gora Yucel were vekirin, cenaze jinûve were lêkolînkirin, careke din li şahidan were guhdarîkirin. Dadgehê got ku di dosyayê de hêmayên kêm hene û doz betal kir. Dadgehê ji bo dosya careke din were dîtin ji dadgeha herêmî re şand. Piştî biryara jinûvedarizandinê, danişîna dozê dan 27’ê gulana 2021’ê. Danişîn li Dadgeha Cezayên Giran a Gever a Colemêrgê hate lidarxistin.
Şandeya dadgehê di danişîna ewil de biryar da ku daxwaza tespîtkirina temenê hestî yê Yucel were nirxandin û danişîn taloqî 30’ê îlona 2021’ê kir. Danişîna 9’emîn a dozê di 17’ê tîrmeha 2022’yan de hate lidarxistin. Di danişînê de dadgehê bi îdiaya “Bersûc tev li danişînan dibin û tevdîra kontrola edlî binpê nakin” biryar da ku her sê bersûc bi awayekî negirtî bên darizandin.
BERSÛCAN BERAET KIRIN
Danişîna biryarê ya dozê di 3’yê mijdara 2023’yan de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat lidarxistin. Di danişînê de dadgehê ji bo her sê bersûcan biryara beraetê da. Balkêş e ku cîgirê walî jî tev li danişîna biryarê bûbû. Li gel ku di dosyayê de delîl û belgeyên şênber hebûn ku bersûcan desdirêjî li Yucel kirine jî, Dadgeha Cezayên Giran a Geverê biryara beraetê da. Di hinceta biryarê de got: “DNA ya jinê li gorî ya mêr bêhtir derdikeve pêş û nasnameyên bersûcan nehatine tespîtkirin...”
Bi ser danişîna dawî re 7 meh derbas bûn lê hêj jî hinceta biryarê nehatiye eşkerekirin. Lewma parêzeran nekarîn dosyayê bibin îstînafê.
GELO QEYDÊN HTS STASYONÊ BAZÊ ÇI DIBÊJIN?
Esra Yucel di îfadeya xwe de navê 3 faîlan da û îfadeyên dişibin yên Yucel jî hevala wê H.Y. ya ku di dosyayê de weke şahid lê hatibû guhdarîkirin da. Lê tevî vê yekê jî faîl hatin beraetkirin. Di vê pêvajoyê de ji bo dîtina hêmayên tecawizê tu lêkolîn nehatin kirin. Di qeydên HT û stasyona bazê de hat îspatkirin ku faîl bi hev re tevgeriyane û li cihê bûyera tecawizê ne. Lê tevî vê jî biryara beraetê hate dayîn. Vê yekê jî bi xwe re nîqaşa “gelo di biryara de destên siyasî hene” anî.
Li hêla din, pisporên tipa edlî ji bo “DNA ya jinê ji DNA ya zilam bêhtir diyarker e û nasnameya bersûcan nehatiye tespîtkirin” ku dadgehê weke hinceta biryara beraetê nîşan dabû jî got ev yek pêkan nîne.
ENDAMÊN MALBATÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Piştî ku bi ser mirina Yucel re 7 sal derbas bûn, dadgehê derheqê endamên malbata Yucel de lêgerîn da destpêkirin. Piştî vê biryarê, bavê Yucel ê bi navê Bazît, kekê wê Omer Yucel û endamên malbatê yên din, di 3’yê nîsana 2024’an de bi gumana “kuştina biqesdî” hatin binçavkirin. Endamên malbatê 5 rojan binçavkirî man û kekê Yucel, Omer Yucel di 8’ê nîsanê de bi îdiaya “kuştina biqesdî” hate girtin.
Ji bo girtina Omer Yucel “rapora swapê” weke hincet hate nîşandan. Balkêş e ku ev rapor 7 sal in li dosyayê nehatibû zêdekirin û piştî 7 salan biryara nepeniyê hate dayîn û li dosyayê hate zêdekirin. Vê yekê jî gumana “destê siyasî” zêdetir kir.
BAV YUCEL: ZEXT LI ME HATE KIRIN
Têkildarî bûyerê em bi bavê Yucel, Bazît Yucel re axivîn. Yucel, da zanîn ku ji roja bûyer qewimî heta niha gundiyan ew ji xwe kirine. Yucel, diyar kir ku beriya her danişînê gundî zexta “Hêj bûyer ji tehmê derneketî herin giliyê xwe paşve bikişînin” li wan dikin. Yucel, got ku xizmên faîlan li ser parêzeran xwe digihînin wan û hewl didin bûyera tecawizê weke tiştekî jirêzê nîşan bidin. Yucel, wiha domand: “Gotin; ‘ji bo zarokeke mirî 42 sal cezayê hefsê nabe, dev jê berdin.’ Keyayê gund û mela gelek caran li gund dadgeh ava kirin. Bi gotina ‘tu bi tena serê xwe may, kesekê xwedî li te derkeve û biparêze tune ye. Heke tu wiha bikî dê ji gund werî derxistin.’gef li min xwarin.”
‘GEFA KUŞTINÊ LI LAWÊ MIN XWARIN’
Yucel diyar kir ku bi pêşengiya keya û mele “dadgehek” hatiye avakirin û ji bo keça wî bibin vê dadgehê zext lê hatiye kirin û got: “Mele got, ‘kî sond bixwe em ê pê bawer bikin’. Esra li vir sond xwar û navê sê kesan da. Lê gotin, ‘ew zarok e jê bawer nekin, ji ber ku biçûk e nizane gunehê sondxwarinê çiye. Ji ber wê wisa bi hêsanî sond dixwe’. Ji keça min bawer nekirin, ji faîlan bawer kirin. Beriya keça min jiyana xwe ji dest bide jî gelek caran bang li keça min kirin ku biçe civînan, ji bo sondê bang lê kirin biçe civîna li mala apê xwe. Lê dayika wê ew asteng kir. Tevî tiştên ku hatine serê wê vegot jî, lê gundiyan îftira li keça min kirin, ji ber vê yekê bersûc 8 meh girtî man. Wek malbat biryar hat girtin ku her bersûc 100 hezar lîre pere bide.”
Yucel wiha domand: “Hê pêvajoya darizandinê berdewam dikir, meleye gund got, ‘dev ji gilîkirina xwe berdin, we navê van ciwanan wek tecawizkar derxist’. Gefa kuştinê li lawê min Omer xwarin. Keça min mir, ji bo lawê min jî neyê kuştin, min dev ji gilîkirina xwe berda. Di pêvajoya darizandinê de zext li min kirin û min du caran dev ji gilîkirina xwe berda.”
NEHIŞTIN CENAZE BIBIN MIZGEFTÊ
Yucel da zanîn ku piştî keça wî jiyana xwe ji dest da ji bo cenazeyê keça xwe ji morgê werbigire keyayê gund lê geriyaye û gotiye, “Were cenazeyê keça xwe bibe, bêdeng veşêre, ji xwe kulmek hestî maye, çi dikî bike.” Yucel bi berdewamî wiha got: “Me cenaze anî gund. Keya jî di nav de hemû gundiyan nehişt ez cenazeyê keça xwe bibim mizgeftê. Gotin heke tu bi faîlan re li hev were, em ê destûrê bidin ku tu cenaze bibî mizgeftê. Cenazeyê me bi saetan li erdê ma. Destûr nedan ku em wecîbeyên olî bînin cih û veşêrin.”
‘KEYA JÎ MELE JÎ BERPIRSIYAR IN’
Kekê Esra Yucel, Muhammed Yucel jî der barê mirina xwişka xwe de wiha got: “Travmayek mezin bi serê wê de hat. Bihîst ku faîl hatine berdan, hewlda xwe bikuje. Di hewldana duyemîn de mir. Berpirsiyarê vê mirinê xelkê gund e. Gotinên mele, keya û berdana her sê faîlan bû sedema bingehîn a xwekuştina Esrayê. Çawa faîl hatin berdan zextan li Esrayê kirin.”
LI DOZGERIYÊ ZEXTA ‘NAVÊ OMER BIDIN’
Muhammed Yucel destnîşan kir ku ji bo faîl bên parastin malbata wî hedef hat nîşandan û wiha behsa pêvajoya binçavkirina ferdên malbata xwe kir: “Dozgeriyê û leşkeran gef li hemû ferdên malbata me xwarin. Gefa ‘bêjin Omer, Esrayê kuştiye’ li malbata min hat xwarin. Gef li malbata min hat xwarin. Dozgeriyê got, ‘navê Omer bidin, ez ê we hemûyan berdim’. Min jî got ez nikarim îftirayê li kesî bikim. Çimkî ne mimkûn e ku Omer tiştek wisa bike. Omer ji we hemûyan bêtir ji bo derûniya Esrayê baş bibe, ket nava hewldanan.”
ONURSAL: JI BO BIRYARÊ HINCETAN PEYDE NAKIN
Parêzera dosyeyê û endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Nûkeyf Onursal jî da zanîn ku ji 3’ê mijdara 2023’yan vir ve tevî ku 8 meh bi ser re derbas bûne jî hê jî biryara hincetê nehatiye nivîsandin û got: “Şandeya dadgehê tevî daxwazên me yên devkî û nivîskî jî biryarê nanivisîne. Ji ber ku tu hincetek der barê malbatê de nabînin, nikarin biryarê binivisînin.”
‘ŞOPA SWAPÊ DELÎLIYA TEQEZ DERNAXE HOLÊ’
Onursal bal kişand ser girtina Omer Yucel û rapora ku di swapên hatine girtin de rastî bermayiyên guleberdanê nehatiye bi bîr xist. Onursal wiha got: “Tevî rapor û girtekan jî 7 sal şûn ve lêpirsîn hat birêvebirin. Di vê lêpirsîna veşartî ku hatiye birêvebirin de jî, hatiye îdiakirin ku ‘tenê mînaka swapa aîdî Omer Yucel hatiye dîtin’. Spartine vê yekê da ku delîlan ji holê rakin. Lê delîl pir eşkere li holê ne û dixwazin bêûsiliyê bikin. Di dosyeyê de gelek nakokî hene. Şopek swapê ku wê delîliya teqez derxe holê nîne. Raporek ku wê şopa swapê ya aîdî Omer Yucel piştrast bike tune ye. Di dosyeya destê me de tu sûretek raporek wiha nîne. Di biryara ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Geverê ve hatiye dayîn gelo lêpirsînek di çarçoveya veşarî de raporek wiha bi kîjan saikan hatiye amadekirin.”
'DIVÊ DARAZ DAWÎ LI ZEXTA XWE BÎNE’
Onursal da zanîn ku di pêvajoya dozê de Omer Yucel ji bo ku sûcdar-faîl werin cezakirin gelek têkoşiyaye û wiha got: “Gef û şantaja ‘hûnê bêjin Omer kuştiye’ hat sepandin. Bi vî awayî jî xwestin delîlên nû çêbikin. Em dixwazin zexta darazê ya li ser Omer Yucel bi dawî bibe û were berdan. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo vê dozê berdewam bikin.”
ROJNIVÎSKA ESRAYÊ
Esra Yucel piştî mir rojnivîska wê jî derket holê. Esrayê di rojnivîska xwe de wiha dibêje: “Xwedayê min ez nizanim çewa dest pê bikim, heke ku ez ji cîhekî dest pê bikim jî divê ez bi îxanetê dest pê bikim. Ji ber ku îxaneta mezin li min hat kirin, kesê ku herî zêde pê bawaer dibûn îxanet li min kir û ji piştê ve li min da. Ev îxanet bi gotinê nayê pênasekirin, ger ez bixwazim jî ne bi pênûs û ne jî bi zimanê xwe nikarim tiştê di dilê xwe de vedibêjim. Tiştê ku ez dikarim bibêjim ew ku canê min pir diêşe.
Xwedayê min, ev dawiya min e, çima ez fêm nakim çima. Ji aliyekî ve ez li pêkanînên wî difikirim û tu wateyê nadimê. Ew ne mirovek ew qas xirab bû ku ev tişt bi min kir, we çima wiha li min kir. ez çi bikim, nabe. Ez çi bikim, ez xwe bikujim, vê carê jî wê malbata min bişewite, ger bijîm jî nikarim vî barî rakim, Ya Xwedayê min, rihê min bistîne û ez nikarim vî barî ragirim, ez nikarim bisekinim, ez nizanim çi bikim. bal kişand ser xwe, wî nivîsî ku ew dixwaze jiyana xwe ji dest bide û ku ew ditirse ku zirarê bide malbata xwe.
Xwedêyo, êdî ez nikarim li ber xwe bidim, êdî ez nikarim bisekinim, bi rastî jî westiyam. Her şev digirîm. Ez bi rastî nizanim çi bikim malbata min birayê min ji bo ku vebêjim zextê li min dikin. Lê ez çawa rave bikim nikarim . Ez nikarim. Ger bibêjim dê birayê min zerarê bibîne. Ger nebêjim jî canê min pir diêşe. Hişê min gelek tevlihev e."
MA / Mazlum Engîndenîz