AMED - Serokê ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ser zêdebûna îşkence û muameleya xerab a li bajar û navçeyên Kurdistanê û got: "Sedema îşkence û muameleya xerab a li herêmê pêk tê pêvajoya şer a ji sala 2015'an ve dest pê kiriye. Îşkencên tên kirin ji zext û zordariyên ku tê kirin, qut nîne.”
Îşkence, muameleya xerab, binçavkirin û kirinên dijmirovî yên di demên dawî de li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk tên, carek din sûcê li dijî mirovahiyê xist rojevê. Nemaze li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê li naverasta kuçeyan, polîs, leşker û bekçî îşkence û muameleya xerab li welatiyan dikin. Roj naçe ku dîmenên îşkence û muameleya xerab nayên. Di rojên dawî de li Êlih, Mêrdîn, Rihayê dîmenên îşkencekirina welatiyan derketin holê û bi dehan kes hatin binçavkirin.
Di daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) de jî hejmara bûyerên îşkencekirinê û muameleya xerab ên ku derketine holê jî diyar dibe. Li gorî daneyên ÎHD û TÎHV'ê di sala 2023'an de 800 kesan ji bo îşkence û muameleya xerab serî li dozgeriyê dane.
Serokê ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz ji ajansa me re axivî û bal kişand ser îşkence û muameleya xerab a li welatiyan tê kirin. Yilmaz diyar kir ku dîmenên îşkence û muameleya xerab a di demên dawî de pir eşkere xuya dikin ku ev sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û ev yek carek din dide nîşandan ku polîs, bekçî û leşker wezîfeya xwe bi xerabî dikin.
'DIVÊ POLÎS SEKAN BIN’
Yilmaz destnîşan kir ku di kêliyên lêgerîna ser welatiyan û wesayîtan û serdegirtina malan de divê polîs, bekçî û leşker bi rewşek sekan tevbigerin û sedemên lêgerîna xwe bînin ziman. Yilmaz da zanîn ku divê polîs û leşker wisa bikin ku kes ji wan aciz û hêrs nebe û li gorî qayîdeyên qanûnî wezîfeya xwe bikin û dema wisa nabe jî welatî nerazîbûna xwe nîşan didin û ev jî dibe sedema ku bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû bimînin.
‘ERKEK BERFIREH DANE POLÎS Û LEŞKERAN’
Yilmaz diyar kir ku bi "Pakêta Ewlehiya Hundir" a piştî berxwedana Kobanê û Geziyê hat derxistin rayeya polîsan hat zêdekirin û got: "Ji bo lêgerîn, sekinandina welatiyan, lêgerîna ser mirovan û nasnameyan, rayeyên gelekî berfireh dan polîs, bekçî û leşkeran. Ji bo şîroveya berfireh were kirin, hin têgîn hatin destnîşankirin û ev gotin; Ew têgînên ku dikarin wateyên wan ên pir berfireh hebin. Me wê demê îtîraz kir û ji wê demê ve her roj hewl hat dayîn ku desthilatdariya qanûnê were zêdekirin. Sedema zêdebûna bûyerên îşkence û muameleya xerab a li bajarên herêmê jî ew e ku pêvajoya şer a ku ji sala 2015’an ve ji nû ve dest pê kiriye. Ev îşkence û muameleya xerab a ku li welatiyan tê kirin jî ji pêvajoya lzext û zordariya ji sala 2015’an ve li ser civakê hatiye destpêkirin, qut nîne.”
POLÎTÎKAYA ‘BÊCEZAHIŞTINÊ’
Yilmaz anî ziman ku leşker û polîsên li Kurdistanê wezîfedar in, bi motîvasyona "parastina bekaya welat" tên wezîfeyê û diyar kir ku nîşaneya vê yekê muameleya xerab û îşkenceya li welatiyan tê kirinê ye. Yilmaz destnîşan kir ku dema ku îşkence û muameleya xerab tê kirin û dozên van bûyeran vedibin jî ew kiryar ango faîl bi polîtîkaya “bêcezahiştinê” tên xelatkirin û polîtîkaya parastina polîs û leşkeran zêde bûye. Yilmaz detnîşan kir ku heke sûcdar û îşkencekarên darbeya 12’ê Îlonê û kiryarên ku mirovan winda kirin û wan kuştin bihatana darizandin û cezakirin wê îro di sala 2024’an de faîlên îşkenceya li naverasta kuçeyan bêceza nehatina hiştin. Yilmaz da zanîn ku derdê ku desthilatdarî demokratîkbûnê û di wateyek rasteqîn de standartên hiquqa gerdûnî biparêze tune ye û berovajî vê yekê jî dixwaze bi destê polîs û leşkeran civakê bitepisîne û daxwazên civakê minîmalîze bike. Yilmaz got dema ev tişt tên kirin jî daraz jî dibe şirîkê van kirinan.
Yilmaz xwest ku welatiyên bi îşkence û muaeleya xerab re rû bi rû dimînin serî li saziya wan ÎHD’ê û TÎHV’ê bidin û ew ê li dijî van kirinên xerab têkoşîna xwe bidomînin.