AMED - Di dema pandemiyê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Welidînê û Zarokan a Amedê kamera li odeyên xebatkarên tenduristiyê hatibûn binpêkirin. Tevî biryara binpêkirinê ya dadgehê jî ev 4 sal in kamera nehatine rakirin.
Di dema pandemiya Covîd-19’ê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Welidînê û Zarokan ên Amedê kamera li odeyên xebatkarên tenduristiyê hatibûn bicihkirin. Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) bi daxwaza rakirina kamerayan di 9’ê cotmeha 2020’ê de ji îdareya nexweşxaneyê re daxwazname nivîsand. Di daxwaznameyê de sepana behsa xeberê weke derhiqûqî hate pênasekirin, hat gotin ku tevahiya servîsan bi van kamerayan tên şopandin, daneyên xebatkarên tenduristiyê bêyî destûra wan tên bidestxistin, nepeniya jiyana taybet tê binpêkirin. Di 27’ê cotmeha heman salê de bersiv ji daxwaznameya SES’ê re hate dayîn.
DADGEH: BINGEHA QANÛNÎ TUNE YE
Daxwazname nehat redkirin û SES’ê serî li Dadgeha Daîreya 1’emîn a Amedê da. Rêveberiya nexweşxaneyê parastina xwe pêşkeşî dadgehê kir û sepana behsa xeberê bi îdiaya “çavdêrîkirina nexweşan” parast. Dadgehê jî diyar kir ku sepana behsa xeberê derqanûnî ye, rêgeza nepeniya jiyana taybet hatiye binpêkirin. Dadgehê di biryara bihincet a 24’ê sibata 2021’ê de got ku tu bingeha qanûnî ya sepanê nîne û ne li gorî mafên bingehîn û rêgezên destûra bingehîn e.
Tevî biryara dadgehê jî kamera nehatin rakirin. Daxwazên sendîkayê yên têkildarî mijarê jî ji hêla rêveberiya nexweşxaneyê ve nehatin bersivandin.
‘MOBÎNGÊ DIKIN’
Sekreterê Rêxistinkirin û Perwerdeyê yê Şaxa SES’a Amedê Ahmet Konak ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê weke Teknîkerê Ortopediyê dixebite, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
Konak, anî ziman ku bicihkirina kamerayan a li odeyên xebatkarên tenduristiyê mobbîng e û wiha got: “Me piştî biryara dadgehê daxwazname nivîsand û xwest kamera bên rakirin. Lê rêveberiya nexweşxaneyê got ku dê dîmenan temaşe nekin û tenê dema ‘pirsgirêk derdikeve’ dê temaşe bikin.”
DÊ DÎSA ÎTÎRAZ BIKIN
Bi domdarî Konak ev tişt anî ziman: “Me piştre lêkolîn kir û em hîn bûn ku ev pergala kamerayan derbasî pergala cîgirê midûr dibe û cîgirê midûr bi awayekî keyfî temaşe dike. Dema hevaleke xebatkar ji bo 5 deqeyan diçe cihekî, bi pirsên weke ‘Ew der çima vala ma? Tu di vê saetê de bi ku de çûy?’ û hwd. mobbîngê dike. Mudaxileyî jiyana taybet jî dike. Kedkarên tenduristiyê li van odeyan cil û bergan li xwe dikin. Ev yek ji hêla qanûnî ve binpêkirina jiyana taybet e. Ji biçûk heta mezin êdî tu rêveberî bi hiqûqê nakin. Piştî biryarê em li bendê bûn gavek were avêtin lê heta niha tu pêşketin nînin. Em ê dîsa serî li rêyên hiqûqî bidin.”
MA / Heval Onkol