STENBOL - Ji 3 girtiyên li heman hucreyê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tên ragirtin yek felc e, yekê du destên wî nînin û yek jî di nav nivînan de ye. Parêzer Gulîzar Tûncer, anî ziman ku girtiyên ku neçar mane li hevdû binêrin di nav şertên dermirovî de têkoşîna jiyanê didin.
Li gorî daneyên sala 2022’yan ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 651 jê giran bi komî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Berdanên girtiyan an bi raporên ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve tên dayîn an jî bi biryarên Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên Girtîgehan ve tên astengkirin.
Abdûlkadîr Kûday, Ergîn Arkaş û Serdal Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ya li Stenbolê tên ragirtin jî ji girtiyên ku rewşa wan giran e ne. Ji 3 girtiyan yek felc e, yekê du destên wî nînin û yek jî di nav nivînan de ye. Ji ber vê yekê pêdiviya hevdû bi cih tînin û ji hevdû re hem dibin dest hem jî dibin ling.
ABDÛLKADÎR KÛDAY
Abdulkadîr Kuday, di dema çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê de hat binçavkirin û paşê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Kuday ê cezayê hefsê yê muebeda girankirî lê hate birîn ewilî di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ma û paşê ew sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê kirin. Li vir nexweşîn li Kuday peyda bûn û 4 salan li serhev sewqî nexweşxaneyê nehat kirin. Lê piştî hewldanên partiyên siyasî û rêxistinên mirovan, sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Di sala 2021'ê de bijîşkan teşhîs kir ku fitiq pê re heye. Piştî vê Kuday di hezîrana 2021'ê de emeliyat bû, lê gava piştî emeliyatê nexweşîna wî 3 mehan dewam kir, vê carê derket holê kur teşhîsa hatiye kirin şaş e.
Piştî muayene û tetkîkan, derket holê ku nexweşîna ALS'ê bi Kûday ê birin Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû ya Tekîrdagê re heye û piştî wextekê felcî bû. Kuday ê ji çileya 2021'an ve sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hat kirin ketiye 41 kîloyan. Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû ya Tekîrdagê di 1’ê kanûna 2021’an de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da Kûday. Lê di 2’yê kanûnê de rapor hate amadekirin ku Kûday dikare li Girtîgeha Tîpa R bê ragirtin. Li ser rapora ATK’ê Kûday sewqî Girtîgeha Tîpa R hate kirin.
Kûday di vê pêvajoyê de bi awayekî zêde qabîliyeta xwe ya axaftinê winda kir û girêdayî nav nivînan ma. Girtîgeha Bajêr a Çam û Sakûra ya Başakşehîrê jî di 16’ê çileya 2023’yan de rapora “nikare di girtîgehê de bijî” da Kûday. ATK’ê jî di 30’ê cotmeha 2023’yan de rapora “nikare bi tena serê xwe bijî” da. Dozgerê Înfazê yê Girtîgehê bi îdiaya “ji bo civakê bi xetere ye” berdana Kûday asteng kir.
ERGÎN AKTAŞ
Ergîn Aktaş ê di sala 2011’an de li navçeya Bazîd a Agiriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 2 caran cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn ji sala 2019’an ve li Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê tê ragirtin. Aktaş ê nexweşiya KOAH’ê pê re heye û du destên wî tune ne, tevî ku ATK’ê 6 caran rapora “nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne” dayê jî nayê berdan. Berdana Aktaş, ji aliyê dozgeriya înfaza girtîgehê bi hinceta “îhtîmal heye ku dîsa çalakiyê bike” nayê berdan.
SERDAL YILDIRIM
Serdal Yildirim di 17’ê Adara 2009’an de di encama qezaya trafîkê ya li navçeya Qosera Mêrdînê derbas kir de ji navtanga xwe û jêr felc bû. Yildirim neçar ma bi kursiya biteker jiyana xwe bidomîne. Ji stuyê Yildirim heta pişta wî nêzî 40 platîn lê hatine bi cih kirin.
Derbarê Yildirim ê bi kursiyeke bi teker dijî de ji ber xebatên wî yên siyasî bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “endaman li rêxistinê zêde bike” di 21’ê kanûna 2015’an de derbarê wî de lêpirsîn hate destpêkirin û pişt re hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Ji vê sûcdariyê re jî îfadeya şahidekî veşartî weke hincet hate nîşandan.
Yildirim pişt re ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di 29’ê çileya 2016’an de hate berdan. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, di 31’ê gulana 2016’an de 9 sal cezayê hefsê li Yildirim birî. Ceza di 17’ê çileya 2017’an de ji aliyê 16’emîn Daîteya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hate pejirandin. Piştî ku cezayê Yildirim hate pejirandin di 28’ê kanûna 2018’an de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Yildirim di sala 2019’an de sewqî Girtîgeha Metrîsê hate kirin.
Parêzera Aktaş Gulîzar Tûncer
PARÊZER TÛNCER: DI ŞERTÊN DERMIROVÎ DE DIJÎN
Parêzera Aktaş Gulîzar Tûncer, anî ziman ku tedawiya girtiyan tê taloqkirin û baş nayê kirin. Tûncer di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Girtiyên nexweşên giran ên li ber mirinê têxin Girtîgehên Tîpên R ên taybet ku jê re dibêjin navendên rehabîlîtasyonê lê di rastiyê de veguherîne navendên îşkenceyê. Li van girtîgehan girtiyên edlî jî hene. Ew jî mîna girtiyên siyasî di nava şert û mercên dij mirovî de dijîn. Ji ber ku malbatên wan nikarin piştgiriyeke baş bidinê kes bi mirina wan jî nahese. Lê em dibînin ku li dijî girtiyên siyasî bi dijminatiyeke taybet nêzîk dibin.”
Parêzer Tûncer anî ziman ku girtiyên nexweş tên tecrîdkirin û mehkûmî li hevdû nêrînê kirine. Tûncerê destnîşan kir ku ev rewş “rêbazeke îşkenceyê” ye. Tûncer, îşaret bi rewşa girtiyê nexweş Aktaş kir û da zanîn ku destekî wî ji zendê ve destê wî yê din ji enîşkê ve nîne. Tûncer bal kişand ku tevî raporên ATK’ê jî Aktaş nayê berdan û anî ziman ku îtîrazên tên kirin jî nayên qebûlkirin.
Tûncer, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aktaş bi Yildirim û Kûday ên weke nexweşên giranin re di heman hucreyê de ye. Her sê girtiyên nexweş hatine mehkûmkirin ku di hucreyê de li hevdû binêrin û bijîn. Ji bilî nexweşiyên wan ên girain hin nexweşiyên wan ên din jî hene. Mesele nexweşiyên tuberkuloz, bronşît, êşên ser û piştê û hin nexweşiyên Aktaş ên din jî hene. Yildirim bi felc e.”
DU DESTÊN WÎ NÎNIN LÊ DIKARE BOMBEYÊ BIAVÊJE?
Tûncer, anî ziman ku her sê girtî jî bi hinceta “ji bo ewlehiya civakê bi xetere ne” nayên berdan û ev tişt got: “Di biryarên dosyaya Aktaş de bi awayekî aşkere dihate gotin ku dikarin ‘bombeyê biavêje’. Rayedarên berpirsyar ev îdiaye dikirin. Pêvajoya pişt re jî bi raporên midûriyeta polîsan ‘ên ji bo ewlehiya civakê xetere ye’ daxwazên taloqkirina înfazê nehatin qebûlkirin. Herî dawî jî bi hinceta cezayê hefsê yê muebeda girankirî wergirtiye nehate qebûlkirin.”
‘BERPIRSYARÎ LI SER DERVE YE’
Tûncer, destnîşan kir ku divê rewşa girtiyên nexweş her tim bê ziman û wiha berdewam kir: “Kesên hestiyar, hemû saziyên ku bi mafên mirovan re eleqedar dibin divê gelek li ser bifikirin; Çima îro li Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên nexweş di van şertan de tên ragirtin? Mixabin em temaşe dikin. Li gorî min berpirsyarî li ser derve ye.”
MA / Omer Îbrahîmoglû