DÊRSIM - Di panela bi serenavê “Zimanê me, bişaftin û em” a li Mîhrîcana Mûnzûrê hate lidarxistin de li dijî bişaftinê axaftina bi zimanê dayikê hate destnîşan kirin.
22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku bi dirûşmeya “Em ê destûrê nedin talankirina xwezaya me û desteserkirina îradeya me” tê lidarxistin bi panela bi serenavê Zimanê me, bişaftin û em” berdewam kir. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û welatî beşdarî panela li Kolana Hunerê hate li dar xistin bûn. Di panela bi moderatoriya Huseyîn Donmez de nivîskar Firat Can, Metîn Aktaş û Civaknas Şukru Aslan weke axaftvan amade bûn.
Metîn Aktaş ê ewilî axivî, anî ziman ku her tiştê bi destê mirovan hatiye çêkirin guherbar e û wiha got: “Baweriyên me jî wisa ne. Baweriyên me jî dikarin bên guhertin û lêkolînkirin. Ziman jî di nava demê de tên nûkirin û guherîn. Ji vî alî ve ziman jî tê guhertin û mehkûmî nûbûnê ye.” Aktaş ê bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê wiha got: “Pişaftin sûcekî mirovahiyê ye. Dewlet, civak û kesên ku bişaftinê dikin divê bi awayê qanûnî bên cezakirin.”
‘MOTTO YA TIRKKIRINÊ’
Nivîskar Firat Can bal kişand ser têgihiştina netewe dewletê û destnîşan kir ku rastiyeke komarê ya tevahiya polîtîkaya xwe ya hundir û derve li ser dijberiya kurd ava kiriye heye. Can, axaftina xwe wiha domand: “Feraseta netewe dewlet xwe li ser hin stûnan bi cih dike. Yek ji van netewperestî ye, yek zayendperestî ya din jî olperestî ye. Hemû êşên sed salê bi vê yekê ve girêdayî ne. Ji ber wê yekê ji bo pergala heyî were guhertin têkoşînek tê meşandin. Tu tişt li ser bingeha yekperestiyê nîne. Yekperestî di nava civakê de nîne. Ji ber vê yekê bi ser nakeve. Dema dibêjin yek milet bi awayekî xwezayî hewldanên gelên din bimehînin derdikeve holê. Du astên vê hene. Yek qirkirin. Bi qirkirinê nikarin kurdan dîke bikin. Dema nekarîn vê yekê bikin, hewl didin bi polîtîkayên bişaftinê pêk bînin. Sed sal in li dijî me ‘mottoya tirkkirin kurdê neyar’ tê meşandin. Dema wiha dibe êrişî ziman, çand, cil û govenda kurdan tê kirin. Me hemûyan ev yek li dibistanan jiya. Rengê piraniyan baş e. Ez bawerî bi yekitiya piraniyê dikim.”
Can, diyar kir ku ne rast e ku polîtîkayên bişaftinê tenê girêdayî pergalê bikin û wiha domand: “Em çiqas dikarin navên erdnîgariya xwe bibêjin? Dêrsim e an Tûncelî ye? Heke pergal vê qebûl neke divê mirov di vê yekê de israr neke? Divê navê jîngehan, parkan, zarokan teqez bi zimanê me yê dayikê be ku em li dijî vê têkoşînekê bidin meşandin. Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e. Dema yekitî hevgirtin hate avakirin, dest ji yekperestiyê hate berdan ez bawer dikim ku hemû gel dikarin bi hev re bijîn.”
‘TIRKIYE LI DIJÎ PIR ZIMANÎ YE’
Civaknas Şukru Aslan jî anî ziman ku dewletan di sedsala 19’emîn de ziman kirin mesele. Aslan, diyar kir ku ziman beriya wê ji bo dewletan pir ne girîng bûn û wiha got: “Sedemê wê ev e; li gorî lîteratura wê serdemê ji bo bibin dewlet pêdivî bi çend tiştan heye. Yek ji wan ziman e. Ji ber wisa ye, bûye meseleyeke girîng ku kîjan ziman çiqas tê axaftin. Ji ber ku di avakirina dewletan de krîtera bingehîn bûye ev. Zanîsteke bi navê îstatîstîk heye. Sedemê avakirina vê zanîstê jî ev e. Ji bo ku di hejmartina nifûsan de bê tespîtkirin ku kîjan ziman çiqas tê axaftin. Tirkiye li dijî pir zimaniyê çareyekê digere. Çareserî belavkirin, îskankirin, ji cih û war kirin û qetilkirina zimanên din e.”
‘QANÛNA JI HOLÊ RAKIRINA ZIMAN’
Aslan, qala Qanûna Îskanê ya di sala 1932’yan de li Tirkiyeyê hate amadekirin û di sala 1994’an de bû qanûn kir û wiha berdewam kir: “Di rojnameyên wê demê de wiha derbas dibe ‘Ev qanûn qanûna afirandina yek zimanî û civakeke yekçandî ya li Tirkiyeyê ye, qanûna ji holêrakirina zimanên din e.’ Zextên li ser kurdî û ermenkî di encama polîtîkayên ziman in.” Aslan destnîşan kir ku divê Tirkiye bi polîtîkayên ziman û nifûsê re hevrû bibe û hemû kesên meseleya ziman dikin pirsgirêk banga hevrûbûnê li dewletê bikin û got: “Feydeyê ku ‘em asîmîle dikin’ nîne. Ji xwe bi salan e wiha ye. Mesele ew e ku ev çûyîn çawa were şikandin. Ji bo ku vê biguherînin divê tiştek were kirin. Divê ziman were guhertin. Ew jî dê bibe perwerdehiya li ser zarokan.”
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû. Mihrîcan dê bi helbestan berdewam bike.