* Sual Seyfo Xelef ya ku esîr ket û di sala 2019'an de ji Qampa Holê hat rizgarkirin, niha li benda rizgarkirina keça xwe ya 12 salî ye.
* Kurdolog Nezîr Ocek ku der heqê rewşa kurdî ya Herêma Serhedê de axivî, destnîşan kir ku divê kurd şoreşekê di mêjiyê xwe de pêk bînin û wiha got: “Êdî zimanê dayikê nemaye, zimanê dapîrê maye. Dayik û bavên niha kurdî nîşanî zarokan nadin.”
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku daraza ku kesên li ber stranên kurdî govend gerandin girt "tetîkkêşiya desthilatê" dike û got ku divê CHP dest ji kodên xwe yên damezirandinê berde û ji bo çareserkirina meseleya kurd gavina biavêje.
* Welatyên Wanî bertek nîşanî girtin û binçavkirinên ji ber govenda kurdî û jêbirina nivîsên bi kurdî dan û wiha gotin: "Ji govendên me jî ditirsin. Em ê li dijî vê ferasetê serê xwe metewînin.”
* Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê Alî Riza Bîlîr anî ziman ku gelê di ferqa qirkirina xweza û asîmîlasyonê de xwedî li mîhrîcanê derket û diyar kir ku mîhrîcanê ruhê piştevaniyê pêş xist.
* Muslum Guneş destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de bi darê zorê strana “Ez ê bimirim Tirkiyeya min" pê dane xwendin, dîmenên wî hatine qeydkirin û muameleya xerab a lê hatiye kirin vegot.
* Şaxa SES’ê ya Amedê dê têkildarî bûyerên jehrîbûnê yên li nexweşxaneyan, li pêşiya Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê daxuyaniyê bide. (12.00)
* Biryara darvekirinê ya rejîma Îranê ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî daye dê li Stenbol û Amedê were protestokirin. (12.30-13.00)
* Girtin û binçavkirinên ji ber govend û stranên kurdî dê li Enqere û Mêrsînê bên protestokirin. (18.00-19.00)
* Nobeta li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhaneyê ya Beyoglû ya Stenbolê hatiye destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)