ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan

MÊRDÎN - Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Abdulkadir Kuday her ku diçe giran dibe. Tevî ku ATK’ê du caran rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da jî dîsa Kuday bernadin. Hevalê Kuday ê odeyê Serdal Yildirim, anî ziman ku rewşa Kuday her diçe giran dibe.  

Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday(52), ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê girtî ye, her ku diçe rewşa tenduristiya wî xerab dibe. Di sala 2021’an de piştî tedawiyê derket holê ku bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ye. Kuday ku Felç bûye êdî nikare bimeşe. Kuday, ji ber nexweşiya xwe daketiye 41 kiloyayan û nikare bi tena serê xwe bijî. Herî dawî di 1’ê Kanûna 2021’ê de Kuday sewqî Nexweşxaneya Dr. İsmail Fehmi Cumalıoglu ya Bajar a Tekîrdagê kirin. Heyeta girtîgehê rapora “Nikare li girtîgehê bijî” da Kuday û xwest Kuday serbest bê berdan. Piştî vê yekê raporek din amade kirin û diyar kirin ku Kuday dikare di Girtîgeha Tîpa R (Rehabilitasyon) de bimîne. Piştî wê raporê Kuday, di 12’ê Çileya 2022’an de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Hejmar 2 a Metrîsê kirin. Kuday di 20’ê tebaxê de piştî rewşa wî giran bû rakirin Nexweşxaneya Çam û Sakura ya Başakşehîrê. Kuday, ji ber wî serbest bernadin û li derve nayê tedawîkirin bertek nîşanî helwesta wan ta û tedawî red kir. Piştî Kuday tedawî red kir ew dîsa şandin girtîgehê. 
 
Kuday piştî şandin Girtîgeha Tîpa R a Hejmar 2 a Metrîsê di odeya Ergîn Aktaş ku 2 destên wî tune û Serdal Yildirim ku ji sedî 98 astengdare, bi cih kirin. Serdal Yildirim ku bi kursiya bi teker tev digere, di 19’ê Tebaxa 2024’an de bi şert hat berdan. Serdal Yildirim piştî hat berdan li ser tenduristî û rewşa Abdulkadîr Tuyag axivî. 
 
Serdal Yildirim anî ziman ku rewşa tenduristiya Kuday pir giran e û wiha got: “Kuday nikare rûnê û bi tena serê xwe xwarin bixwe. Êdî nikare biaxeve. Kuday digot ‘Ez dixwazim li malê di nava zarokên xwe de biçim ser dilovaniya xwe. Di şertê heyî de herî zêde dikare 3-4 mehan li ber xwe bide. Divê demek berî demekê Kuday serbest bê berdan. 
 
Birayê Kuday Salih Kuday jî anî ziman ku birayê wî piştî şerê Kobanê, bi hinceta tev li kuştina 2 kesên dihat gotin DAIŞ’î ne bûye di 8’ê cotmeha 2014’an de ew binçav kirin û piştre girtin. Salîh Kuday da zanîn ku di roja  bûyerê de li Gundê Qubikê li sersaxiyê bûn û wiha got: “Li gel ku di qeydên HTS’ê de diyar e birayê min li sersaxiyê ye jî dîsa ew girtin û cezayê muebetê lê birîn. Her kes birayê min nas dike. Karê înşaetê dikir. Li gel ku delîl nîşan didin tu eleqeya wî û bûyerê bi hev tune jî dîsa ceza kirin. Sedema cezakirina wî ji ber têkoşîna tevgera azadiyê diparêze ye. Ji ber ku birayê min têkoşîna azadiyê diparêze ew wekî “Qurban” hilbijartin. Heta 6 salan di tecrîdê de bû. Me name dişandin, lê name nedidan wî. Ew dernedixistin revîrê. Piştî 6 salan saziyên wekî ÎHD, OHD û rêxistinên civakî zext li girtîgehê kirin û piştre ew sewqî nexweşxaneyê kirin.”  
 
‘NIKARE BÊHNÊ BISTÎNE
 
Salîh Kuday destnîşan kir ku ji ber şaş Abdulkadîr Kuday tedawî kirine nexweşiyên wî giran bûne û wiha berdewam kir: “Piştî hewldanên me ew sewqî Nexweşxaneya Tîpa R a Metrisê kirin. Niha nikare bi serê xwe bijî. Jiyana Abdulkadîr niha di talûkeyê de ye. Berê jî gelek caran sewqî nexweşxaneyê kirin. Qeyrana dil derbas kir. Niha nikare bêhnê bistîne. Nexweşê dil e. Giredayî cîhaz dijî. ATK’ê du caran rapora “Nikare li girtîgehê bijî” dan wî. Lê rayedarên girtîgehê disa wî bernadin. Me bi wezîrê Dadê û Wezîrê Tenduristiyê re hevdîtin kir, lê tiştek nekirin. Abdulkadîr bernedan. Ji parêzeran re gotin ‘Eger bê berdan dê xwe bike bombeya zindî’ û wî bernadin. Bi temamî wekî dijmin nêzîk dibin. Wî ji bo civakê wekî talûke dibînin. Lê em dizanin dixwazin tola DAIŞ’ê ji wî bigirin. 
 
Salih Kuday, bibîr xist ku ew wekî malbat heta dawî li pişt birayê xwe ne û wiha bi dawî kir: “Em dizanin temenê Abdulkadîr pir zêde nemaye. Sibê du sibê dê bi telefonekê agahiya şehadeta wî bidin me. 1-2 roj be jî em dixwazin temenê xwe yê mayî di nava malbata xwe û zarokên xwe de derbas bike. Em dizanin ji ber Abdulkadir Kurd e wî bernadin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

23/09/2024
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin
00:44 Ciwanên li Şirnexê di çalakiyan de civiyan
21/09/2024
21:32 'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
20:12 Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
20:02 Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
19:11 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
17:34 Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin
16:50 MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
16:37 Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
16:17 Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
16:12 ‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
15:27 Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
15:18 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
15:04 Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
14:47 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
14:22 Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
14:14 Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
13:59 Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
13:47 Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
11:55 Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
11:54 Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?
11:50 Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir
11:48 Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e
11:14 Sadik Tan: Heke tiştek were serê min girtîgeh berpirsiyar e
11:11 Keskîn: Armanca me em tecrîdê bikin rojev û meseleya kurd gengeşe bikin
11:03 Sarica: Hişyariya biryara navberê ya Komîteyê ya ji Tirkiyeyê re nîşaneya qonaxeke nû ye
10:33 Biryara Dadgeha Bilind esas nehat girtin: Berdana Çetîn Arkaş 6 mehan hat dirêjkirin
10:29 Heta henaseya xwe ya dawî bû dengê gelê xwe
10:15 Komxebata Jineolojiyê: Armanca me zanistek azad e û azadkirina jinan e
09:46 Der barê Akiş de îdianameyeke din jî hat amadekirin
09:45 Xizmên windayan guh nedan OHAL'a fiîlî jî: Têkoşîna ji bo edaletê didome
09:39 Dîcle Anter: Kekê min deriyê bavê min her tim vekirî hişt
09:05 Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin
09:04 Hozan Kazo behsa dîmenê xwe yê bi Apê Mûsa re kir: Ew ji bo me îlham bû
09:00 39 sal in nav û têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN
20/09/2024
21:45 Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
18:56 Li Botanê ciwan civiyan
16:42 Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
16:34 Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
15:47 Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
15:42 Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:36 Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin