Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e

  • rojane
  • 16:56 13 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga “Azadiyê” de axivî û bertek nîşanî qedexekirina mitîngê da. Bakirhan, wiha got: “Aştiya Tirkiyeyê wiha pêk nayê. Çareserî li Îmrali û Meclisê ye.” 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çalakiya “Azadiyê” ya li Amedê de axivî. Bakirhan, bertek nîşanî polîsên ku gelek caran gotinên siyasetmedaran qut dikirin da. Bakirhan, got: “Ev dîmenê îro em dibînin, nîşan dide ku yên dibêjin ‘Em ê aştiya Tirkiyeyê pêk bînin’ di gotinên xwe de dixapînin. Aştiya Tirkiyeyê bi vî awayî pêk nayê. Aştiya Tirkiyeyê, bi birîna axaftina hevserokên giştî ya ji hêla memûrekî ve pêk nayê. Ez bangî wî dikim, karê xwe bike. Li vî welatî dozger hene. Muxatabên me hûn nînin. Bila muxatabên me bersivê bdin. Li wir mudaxeleyê nekin û vê derê proveke nekin. Bi dehhezaran kes ji her çar aliyên Tirkiyeyê ji bo şermezarkirina tecrîdê hewl dan bên Amedê. Hûn bifikirin bê ka bi komplo û tecrîdê ev welêt ket çi halî.” 
 
‘HÛN NIKARIN OCALAN DI ODEYEKÊ DE BIGIRIN’ 
 
Bakirhan, wiha domand: “We tecrîd kir û deriyên Îmraliyê qifle kiğrin. Aborî têk çû, civak riziya û rageşiyên di nava civakê de derketin lûtkeyê. Heke komplo û tecrîd bi ser ketina, bi dehhezaran kes îro seferber nedibûn. Polîtîkaya we îflas kir. Êdî vê qebûl bikin. Tirkiye di nava tengijîneke mezin de ye. Kesên jiyaneke wekhev dixwazin, li dijî komplo û tecrîdê ne. Ev komplo û pergal, ji bo wê ye ku berê kurd û tirkan bidin hev û birêve bibin. Ev komplo li Îmraliyê vala derket. Îmraliyê ev yek ji bo gelên kurd û tirk bikarin bi awayekî wekhev di komareke demokratîk de bijîn wiha kir Lê we deriyên Îmraliyê qifle kir û zirarê didin demokrasiya welêt. Milyonên vî welatî ji bo ‘kurd bi zimanê dayikê neaxivin’ û ji bo tecrîdê hatin xerckirin. Dengê birêz Ocalan bibihîsin ku dibêje werin em bi aştiyane û bi awayekî demokratîk bijîn. Birêz Ocalan, hêviya aştiyê ya gelê kurd e. Hûn nikarin birêz Ocalan di hucreyekê de bigirin. Birêz Ocalan, kedkarê li Stenbolê ye, rêhevala jin a li Amedê ye. 
 
LI DERIYÊN NAVNETEWEYÎ LI RÊYA ÇARESERIYÊ NEGERIN 
 
Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye. Navnîşana din jî Meclis e. Deriyên Îmraliyê vekin. Em ê her tim lip dijî van polîtîkayên komplo û tecrîdê bin. Destê aştiyê yê birêz Ocalan dirêj dike, hêviya vî welatî ye. Ez li vir bangî Meclisê dikim; Meclis nikare vê pirsgirêkê weke pirsgirêka ewlehiyê binirxîne. Êdî bes e. Heke bixwazin ciwan kar peyda bikin, debara xwe bikin, jiyana xwe ji dest nedin, heke nexwazin şerê li Rojhilata Navîn li vir jî belav bibe, divê çareseriya pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re bê kirin. DEM Partî ji bo vê amade ye. 
 
Ev aştî, bi polîtîkayên tecrîdê nabe. Bi qilfkirina deriyê Îmraliyê nabe. Tevî hemû bedelan, zilm û êşan jî em dîsa jî qala aştiya Tirkiyeyê dikin. Li deriyên navneteweyî li pey çareseriyê negerin. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên dawî de gel ji polîtîkaya tecrîdê re got; ‘na.’” 

Sernavên din

15/10/2024
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin