Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman

  • rojane
  • 10:30 9 Mijdar 2024
  • |

RIHA - Hevşaredarên DEM Partiyê yên Rihayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û gotin ku ew ê destûrê nedin qeyûm.

Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Xelfetiyê û Şaredariya Êlihê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, dewam dikin. Çalakî ji 4'ê Mijdarê ve didomin û gel li dijî xespkirina vînê helwesteke bibiryar nîşan dide. Çalakiyên ku di roja 6'emîn de ne, li navçeyên Xelfetî, Wêranşar (Wêranşehîr), Pirsûs, Hewag û Curnê Reş ên Rihayê didomin.
 
'QEYÛM DIZÎ YE'
 
Hevşaredara Wêranşarê ya DEM Partiyê Bedriye Yorgûnê diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê piştî 4’ê Mijdara 2016’an biryar daye ku bi “rejîmeke qeyûmê” Tirkiyeyê bi rê ve bibe û got: “Gel bi çalakiyên cur bi cur nîşan da ku ew ê vê rejîmê qebûl nekin. Hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê di vê çarçoveyê de mînakeke berbiçav in. Qeyûm desteserkirina îradeya gelên Tirkiyeyê ye, xespkirina daxwaza wan a jiyana bi hev re, paşeroja wan û mafê hilbijartinê ye."
 
Yorgûnê bal kişand ku bi tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê armanc ew e ku çanda "Lihevhatina Bajêr" ji holê bê rakirin û aştiya civakî hedef bê girtin. Yorgûnê got: "Êlih li dijî kuştina jinan û her cure tundiya li ser jinê dest bi tedbîrên pêşîlêgirtinê kiribû û jiyana welatiyan baştir kiribû. Lê rabûn qeyûm tayin kirin. Di demeke wiha de ku pêşketinên girîng çêbûn, lê qeyûm hatin tayînkirin." 
 
Yorgûnê destnîşan kir ku qeyûm êrişa li mafê siyasetê yê jinê ye û got: "Qeyûm derbeyek e li meylên demokratîk û demokrasiyê ye." 
 
Yorgûnê bilêv kir ku gel bi tu awayî qeyûman qebûl nake û got: "Gel bi sindoqan şaredariyê ji we stend, wê nede we." 
 
'EM Ê TIM XIZMETÊ BIKIN'
 
Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kayayê jî diyar kir ku ew ji bo xizmeta gel hatine hilbijartin û got: "Em ê heta kêliya dawî li ser peywira xwe bin, em ji xizmeta ji bo gel tawîz nedin. Em ê şaredariyên xwe biparêzin. Çawa gelê me sindoqên xwe parastin û şaredarên xwe hilbijart, îro jî wê li dijî qeyûman li cem hilbijartiyên xw ebe. Divê gelê me bertekê nîşanî kesên ku vîna wan xesp dike bide." 
 
'QEYÛM PIRSGIRÊKA HEMÛ GELAN E'
 
Hevşaredarê Hewagê Îsmaîl Yildiz diyar kir ku gel qeyûman naxwaze û got: "Em 3 serdemên qeyûman nas dikin û rastiya wan dizanin. Qeyûm zirarê didin gelên Tirkiyeyê. Ên herî zêde bi vê re rû bi rû mane em in. Em kurd li vê herêmê dijîn. Lê ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka tirkan û gelên din e jî. Piştevaniyeke cidî divê. Em li bendê ne ku hemû gel li dijî qeyûman rabin û werin vir." 
 
'QEYÛM NE HIQÛQÎ NE JÎ WIJDANÎ YE'
 
Hevşaredarê Curnê Reş Serhan Paydaş jî got: "Tayinkirina qeyûm ne hiqûqî û ne jî wijdanî ye. Tayînkirina qeyûm nenaskirina Destûra Bingehîn e. Binpêkirina mafê hilbijartinê ye qeyûm. Di lêpirsînê de ku wekî hincet hatiye nîşan dan, navê hevşaredarê me Mehmet Karayilan nehatiye derbaskirin. Û der barê wê dosyeyê de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Li dijî vê kiryara neqanûnî serî li darazê hat dayîn û tiştên pêwîst hatin kirin. Ev bi temamî biryareke siyasî ye. Di vî warî de divê gel bertekek tund nîşanî qeyûman bide. Em ê jî li her derî li dijî qeyûman bitêkoşin." 
 
MA / Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

10/11/2024
13:45 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû
12:57 Danişîna ewil a Şerîfe Muhammedî di 14’ê mijdarê de ye
12:56 Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin di meha 109’emîn de hatin bibîranîn
11:41 Qeyûmê Esenyurtê hate protestokirin: Tu bi kîjan rûyî têy vê derê
11:40 Meclisa Jinên Ereb piştgirî dan kampanyaya TAJÊ’yê
11:31 Yagiz: PDK, bi hiqûqa dijminatiya nêzî me dibe
10:54 Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe
10:08 Çapraz: Em ji rewabûna ATK'ê bi guman in
09:45 Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê derket
09:36 Ciwanên Cizîrî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
09:31 ‘Xelfetî modela Komara Demokratîk e'
09:30 Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin
09:27 Xwişkên ku li dijî xespkirina vînê di çalakiya nobetê de ne: Em ê li ber xwe bidin
09:02 Raportorê Tirkiyeyê Schennach ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike wê serlêdanê bike
09:00 ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2024’AN
08:57 Di doza Narîn Guranê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin
08:38 Li Hezexê li dijî xespkirina îradeyê rê hate girtin
08:37 Walîtiyê têkildarî gefa li rojnamegeran hatiye xwarin daxuyanî da
08:37 Nehiştin wekîl bi ciwanên binçavkirî re hevdîtinê bikin
09/11/2024
21:57 Rojnamevan Karabay hat girtin
20:24 Li her derî berxwedana li dijî qeyûman
20:15 Banga DEM Partiyê: Tecrîdê rakin
20:09 Li Êlihê bilançoya binçavkirin û girtinan
16:13 Li Mêrdînê meşa girseyî: Gelê Kurdistanê qeyûm û siyaseta we qebûl nake
16:04 Li du bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:38 DEM Partî dê ji bo pirsgirêka kurd ‘bangê’ li hemû aliyan bike
15:08 Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn: Em ê tecrîdê têk bibin
14:05 Jin li Xelfetiyê ne: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
13:54 Li Stenbolê dê mitînga ‘Jiyana bi mirovî’ bê lidarxistin
13:46 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn
13:44 Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê: Qeyûman bi paş ve bikişînin
13:40 Li Êlihê meşa girseyî: Em ê tu carî xiyanetê li berxwedana xwe nekin
13:08 Li Amedê atolyeya 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve'
11:52 Erol ê bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan
11:33 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
11:21 DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara qeyûman serî li dadgehê da
11:03 Ciwanên Êlihê duh bi şev jî li qadan bûn: Qeyûm wê biçin
10:49 Dayikên Aştiyê li dijî qeyûm nobetê digirin: Em ê serî li ber vê zilmê netewînin
10:41 Danişîna doza Narîn Guran di roja sêyemîn de didome
10:30 Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman
10:29 Rêxistinên rojnamevanan ji bo Mizgîn Sonuk banga berdanê kirin
10:08 'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'
09:46 Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
09:05 Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
08/11/2024
21:24 Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
19:13 Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
17:34 Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
17:03 Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
16:11 Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
15:51 Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin
15:50 Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
15:38 Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan
15:34 Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin
15:28 DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve
15:17 Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye
15:10 Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
14:26 PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist
14:14 Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin
13:32 Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin
13:19 Rojnameger ji ber hevpeyvînan hate sûcdarkirin
12:52 ‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’
12:45 Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman daraz pîroz kir
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin