Li 10 navçeyên Wanê berteka li dijî qeyûm: Em têkoşîna hevpar mezin bikin

  • rojane
  • 15:12 12 Mijdar 2024
  • |
img
WAN - Li 10 navçeyên Wanê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin û banga mezinkirina têkoşîna hevpar hate kirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî xespa qeyûman li navçeyên Erdîş, Qelqelî, Elbak, Seray, Miks, Payîzava, Ebex, Westan, Şax û Bêgiriyê yên Wanê daxuyanî dan. 
  
ERDÎŞ
 
Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Erdîşê hate dayin. Rêveberiya bajar û navçeyan a DBP’ê, Hevşaredara Erdîşê Guler Temel û endamên Meclisa Şaredariyê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Dê roj were AKP dê hesabê bide gel”, “Bijî berxwedana gelê kurd” hatin berzkirin. Ji rêveberên DBP’a Erdîşê Yilmaz Îşleyen diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re şaredarî ji gel re hatine girtin û bi bloqên betonan re veguherîne navenên alîgirên îktîdarê. Îşleyen, anî ziman ku şaredarî yên gel in û bi zîhniyeteke dij-demokratîk hatine xespkirin. 
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Îşleyen, got ku nûnerên gelê kurd tune tên hesibandin û wiha domand: “Ji bo bidawîkirina rejîma qeyûman ku sindoq û edaleta hilbijartinê, mafê xwebirêvebirinê desteser dike, hewcehî bi sererastkirineke qanûnî heye. Partiya me hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û kesên xwedî wijdan vedixwîne têkoşîna hevpar. Werin em bi hev re li dijî vê sepana neheq û derhiqûqî bisekinin û têbikoşin.”
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
QELQELÎ
 
Li Qelqeliyê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayin. Rêveberiyên DBP’ê yên bajar û navçeyê, Hevşaredarên Qelqeliyê Sakîne Kutpinar û Ecevît Ceylan û endamên Meclisa Şaredariyê û gelek kes tev li bûn. Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Mehmet Uçar got ku qeyûm, xespkirina vîna gelê kurd e. 
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana gelê kurd” bi dawî bû. 
 
EBEX
 
Daxuyaniya li Ebexê li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Farûk Tirak, Hevşaredarê Ebexê Fettah Hasçelîk, rêveberên partiyê, endamên Meclisa Şaredariyê û gelek kes tev li bûn. Tirak, di daxuyaniyê de got ku tayînkirina qeyûman li dijî demokrasiyê ye û ev tişt anî ziman: “Îktîdara AKP-MHP’ê di nenaskirina mafên demokratîk û siyasî yên gelê kurd de israr dike û qebûl nake gel bi xwe îradeya xwe hilbijêre.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. 
 
ELBAK
 
Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate dayin û gelek kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Şahîn Dîlara daxuyanî xwest û got ku divê îktîdar ne ji bo qeyûman lê ji bo demokrasiyê biisrar be. Dîlara, bang li hemû gel, nivîskar, rewşenbîr, rojnameger, akademîsyen û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê kir ku ji bo çareseriya meseleya kurd tecrîdê bi dawî bikin, dawî li sepanên tayînkirina qeyûman bînin û mercên axaftina çareseriyê ya bi muxatabên wê re amade bikin. 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Li navçeyên Westan, Şax, Serav û Payîzavayê jî metna hevpar a daxuyaniyê hate xwendin û hat gotin ku dê destûrê nedin xespa qeyûm. 
 

Sernavên din

20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’