Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin

  • cîhan
  • 09:01 19 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Karkeran a Arjantînê Vanîna Bîasî ku beşdarî kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî" bû got: "Ocalan sembola têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e û azadiya wî ji bo hemû gelên bindest sembol e."

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 26 sal in didome. Abdullah Ocalan k 43 mehan pêwendî pê re nedihat danîn,  bi wî re tunebû, di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re ku di heman demê de Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê ye hevdîtinek pêk anîbû. Piştî hevdîtina ku di encama têkoşîna navneteweyî ya li dijî tecrîdê de hat lidarxistin de çêbû, careke din cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat birîn.
 
Parlamentera Partiya Karkeran a Arjantînê Vanîna Bîaîsî ku îmze danî bin "Kampanyaya Azadiyê" ya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Arjantînê hat destpêkirin, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
 
Vanîna Bîasî da xuyakirin ku wekî Partiya Karkeran, ew bi gelê kurd re hevdeng in û got ku di sala 2018'an de bi organîzekirina meşekê ber bi Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Buenos Aires a paytexta Arjantînê, sûcên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan şermezar kirine. Vanîna Bîasî da zanîn ku piştî vê pêvajoyê tevgera jinên kurd bi wan re têkilî daniye û bi hev re hevdîtin pêk anîne û got ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan red dikin.
 
JI BO HEMÛ GELAN SEMBOL E
 
Vanîna Bîasî diyar kir ku ew tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin red dikin û got: “Em astengkirina 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan qebûl nakin. 'Mafê hêviyê' ne girêdayî pejirandin û destûra tu dewletekê ye. Em azadiya fizîkî ya Ocalan diparêzin, ji ber ku girtina wî hem neheqî ye, hem nemirovî ye û hem jî çewisandineke eşkere ya siyasî ye. Ocalan sembola têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e û azadiya wî ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên bindest sembol e."
 
POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ KURDAN
 
Vanîna Bîasî bal kişand ser zextên li ser kurdan û got: “Demeke dirêj a girtina Ocalan, girtina siyasetmedarên din ên kurd û tayînkirina qeyûman li şaredariyên kurdan, zilma dewleta tirk û Erdogan e. Ev pêkanîn nîşaneya siyaseta paşverû û zordar e, ev rejîm daxwazên netewî yên gelê kurd înkar dike û bi awayekî sîstematîk çîna karkeran tepeser dike. Em van hemû polîtîkayên zext û zilmê, bi tundî şermezar dikin."
 
Vanîna Bîasî diyar kir ku qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran a ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê wateya tunehesibandina mafên demokratîk û got ku ev rewş nayê qebûlkirin. 
 
Vanîna Bîasî got: "Ev pêkanînên li dijî Ocalan sûcê li hemberî têkoşîna azadiya gelan e."
 
HÊZA ABDULLAH OCALAN A JI BO ÇARESERIYÊ
 
Vanîna Bîasî da zanîn ku armanca wan bi êrişan ew e ku têkoşîna gelê kurd bê moral bikin û got ku li aliyê din wê têkoşîna azadiyê hîn xurtir bibe. Vanîna Bîasî bilêv kir ku Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd çareseriyek pêşkêş kiriye û got ku divê ev pêşniyaza çareseriyê û maf û daxwazên kurdan bên qebûlkirin.
 
MA / Berîvan Kûtlû 
 
 

Sernavên din

16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
09:35 ‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’
09:11 KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê
09:09 Behsa nasîna xwe ya bi Ocalan re kir: Girêdana min a bi têkoşînê re zêde bû
09:04 Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
08:48 Nobet di roja 4’an de didome: Gelê Wanê dê dîsa bi ser keve
08:35 Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin
07:21 Cemîl Bayik: Nameya Rêber Apo gihîşte me
13/02/2025
16:30 Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne
16:20 Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin
16:07 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
15:54 Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
15:42 Nasnameyên 32 welatiyên li Şengalê hatin qetilkirin bi salan piştre hatin eşkerekirin
15:17 Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
15:16 Serokkomariya Iraqê ‘Qanûna statuya rewşa kesî’ erê kir
15:09 Di doza Sûrê de 11 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Atalay
14:07 Zengîn a AKP’î ji bo ‘vasî’ li Gergerlîoglû bê tayînkirin serî li dadgehê da
13:03 Komek rewşenbîrên misliman: Divê meclis berpirsyariyê bigire ser xwe
12:39 Nobeta li Wanê didome: Beriya şahiyê gel bicoş e
12:27 Li Xarpêtê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:19 Walîtiyê Amedê bîranîna Şêx Seîd qedexe kir!
12:14 Hêlîn Umît: Naveroka bangê dê di rojên pêş de zelal bibe