AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê rapora xwe ya binpêkirinên di nava salekê de li bakurê Kurdistanê li dijî jinan hatine kirin eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku di salekê de herî kêm 114 jin hatine qetilkirin û ji van 57 li malên xwe hatine kuştin.
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li avahiya komeleyê rapora salekê ya binpêkirinên mafên jinan ên li bajarên Kurdistanê eşkere kir. Rapor, ji hêla Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Esra Saçaklidir ve hat xwendin.
Di raporê de wiha hat gotin: "Tundiya li ser jinê ne tenê tundiya fizîkî ye, di heman demê de tundiya derûnî, zayendî, aborî, civakî û çînayetî ye ku tundiya li ser jinê ji aliyê mêran ve tê kirin. Di encama van şêwazên tundiyê de, jinên ku di bin zextên civakî de tên perçiqandin û nikarin piştevaniyê ji dezgehên dewletê bibînin ber bi întîharê tên xirikandin. Xwekuştinên bi vî rengî cînayetên civakî ne û berpirsiyariya pêşîgirtina li wan dewletê. Em bi munasebeta rapora xwe careke din diyar dikin; Mirina bi guman a jinê tune ye, lêpirsînên ku bi bandor nayên kirin hene. Divê mirina Rojîn Kabaîş a dema li Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê dixwend hat windakirin û cenazeyê wê 18 roj piştî windakirinê hat dîtin, divê bê ronîkirin û berpirsyar bên eşkerekirin.
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN
Ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd ku yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ye û yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya mafên mirovan didomîne, girtin û pêvajoyên hiqûqî yên hikûmetê yên li dijî siyasetmedar û aktîvîstên jin ên kurd weke tundiyeke din a ku ji aliyê jinan ve hatiye kirin. Di encama polîtîkayên qeyûman ên hikûmetê de ku ev 3 serdem e berdewam dike, mafê hilbijartinê yê Hevşaredar Devrîm Demîr, Gulistan Sonûk, Saniye Bayram û Bîrsen Orhan hate binpêkirin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Pratîka qeyûmê bûye polîtîkaya hikûmetê, bi awayekî kûr bandorê li avahiya civakî dike û bi awayekî eşkere mafên jinan û beşdarbûna jiyana civakî bin pê dike.
Bandora derûnî û madî ya erdhejên Mereş û Hatayê yên di sala 2023'yan de li ser jin û zarokan pêk hatin bi tundî berdewam dike û di heman demê de ji ber bêîstîkrariya aborî ya li Tirkiyeyê, pêkanînên tundiyê yên li ser jinan dibe sedema zêdebûna cureyên din ên tundiyê. Her wiha tê dîtin ku li bajarên ku pileya yekem ji erdhejê bandor bûne jî kuştina jinan zêde bûye.
Daxwazên ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan ev in:
* Divê dewlet dev ji polîtîkaya bêcezakirinê berde û pêvajoyeke bi bandor a darizandinê misoger bike.
* Ji bo pêşîgirtina li tundiya li dijî jinan û komên din ên dezavantaj, guhertinên qanûnî û rêzikên nû çêke.
* Rakirina newekheviya zayendî ku yek ji sedemên sereke yên tundiya li ser jinan e divê ji holê bê rakirin.
* Divê dewlet li gorî destûr û peymanên navneteweyî erkên xwe bi cih bide.
* Rêxistina perwerde û semînerên ku dê di derbarê mijarê de ji bo xebatkarên saziyên giştî hişyariyê bilind bikin da ku newekheviya zayendî ya di civakê de ji holê rakin.
*Ji bo wekheviya zayendî were misogerkirin, dersên ku dê di nav xwendekaran de li dijî tundiya li ser jinan hişyariyê bidin, divê li mufredata Wezareta Perwerdehiyê were zêdekirin.
Daneyên me wiha ne;
* Li herêmê herî kêm 39 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirin.
* Herî kêm 7 jinan întîxar kirin.
* Li herêmê di encama tundiya nav malê de herî kêm 49 jinan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 12 jin jî birîndar bûn.
* Li herêmê di encama tundiya civakî de herî kêm 19 jinan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 16 jin birîndar bûn û herî kêm jinek bi destdirêjî re rûbirû ma.
*Li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê herî kêm 68 jin ku di nav de transek heyî di encama tundiya mêran a di nava malbatê de û di qada civakî de hatin qetilkirin û 7 jin jî ber bi întîharê ve hatin xiriqandin.
* Bi vî awayî di nava 1 salekê de mafê jiyanê yê herî kêm 114 jinan hat binpêkirin.
* Bajarê ku herî zêde mafê jiyanê yê jinan hatiye binpêkirin, Riha (21), Amed (16), Mêrdîn (13), Wan (10) û Dîlok (10) cih digirin.
* Herî kêm 57 jin li ‘Malê' li cihê herî ewle tên pênasekirin hatin kuştin, an mirî hatin dîtin.
* Jin bi piranî ji aliyê bav, kur û kesên ku pê re zewicî ve hatin qetilkirin.
* Gelek jin ji ber daxwaza hevberdanê hatin qetilkirin."
Daxuyanî piştî xwendina raporê bi dawî bû.