ENQERE - Prof. Dr. Dogu Ergîl diyar kir ku dê li Sûriyeyê li herêma Kurd lê dijîn rêveberiyeke xweser were avakirin û Tirkiye dê mecbûr be ku vê xweseriyê qebûl bike. Ergîl, wiha got: “Wê demê li vir jî dê di pirsgirêka Kurd de hinek pêşketin çêbibin.”
Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn her ku diçe bêhtir zêde dibin. Ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Xeze û Lubnanê gelek windahiyên canî çêbûn û rê li ber wêraniyeke mezin vekir. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir jî derbasî qonaxeke nû bû. Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) di 27’ê Mijdarê de dest bi êrişê kir û rejîma Baasê hilweşiya. Bi awayekî hemwext, dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Civanasê siyasetê û nivîskar Prof. Dr. Dogu Ergîl ku têkildarî pirsgirêka Kurd lêkolînan dike, têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
ŞERÊ ÇAVKANIYÊN ENERJIYÊ
Dogu Ergîl, bal kişand ser geşedanên li seranserî cîhanê û got ku çendek hêma hene ku derdikevin pêş. Ergîl, ew hêma wiha rêz kir: “Nifûs zêde dibin û aborî pêş dikevin, girêdayî vê jî pêdiviyeke mezin a bi enerjiyê derdikeve holê. Anku pîşesaziya we çiqas pêş bikeve, hewcehiya bi çavkaniyên enerjiyê û çavkaniyên xwezayî jî ewqas zêde dibe. Lewma hevrikiyeke mezin heye. Armanc jî ew e ku li ser çavkaniyên enerjiyê serdest bin û ev jî rê li ber hevrikiyeke mezin vedike.”
‘NETEWE DEWLET ÊDÎ QELS DIBIN’
Bi domdarî Ergîl bal kişand ser projeyên enerjiyê yên Çînê, projeya IMEC’ê ya DYA’yê û projeya Tirkiye û Iraqê ya Rêya Pêşvebirinê û wiha got: “Ev hêz hem dixwazin ji çavkaniyên destê xwe de di asta herî jor de sûd jê bigirin hem jî rêyên peydakirinê yên herî biqezenc bibînin. Tirkiye jî niha di nava vê hevrikiyê de ye. Dixwazin çendek xet li ser xaka wê derbas bibin. Sedema karesatên mezin ên cîhanê jî ev e. Heta niha aktorên sereke dewlet bûn lê netewe dewlet her ku diçe qels dibin. Ji ber ku kûrewîbûn ewqas pêş ket ku êdî netewe dewlet nikarin ewlehiya gel biparêzin, gelê xwe memnûn bikin, daxwazên wan ên azadiyê cîbicî bikin. Pirsgirêkên wan ên bi vî rengî hene. Êdî li şûna neteweyên xwe dispêrên yekperestiyê, neteweyên gelek nasnameyan di nava xwe de dihewînin û xwe dispêre dilxwazî û bingeheke hiqûqî û siyasî hene. Êdî pêdivî bi pergalake piranîparêz heye. Zehmete ku pergalên dewletê yên heyî li hemberî pêşketina teknolojiyê bikarin li ber xwe bidin.”
GEŞEDANÊN LI ROJHILATA NAVÎN
Ergîl, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Piraniya dewletên li Rojhilata Navîn nû ne. Piştî hilweşîna Împaratoriya Osmaniyan, nêzî 40 dewlet derketin holê. Di nava tevekan de jî gelek miletên cuda hene. Peydakirina pergaleke ku van rengîniyan tevekan di nava xwe de bi awayekî wekhev bihewîne wisa hêsan nîne. Welatên nekarîn vê bikin jî bêîstîqrar bûn. Piştî Osmaniyan, li Rojhilata Navîn welatên sînorên wan ji hêla siyasî ve hatine xêzkirin hene. Û ev gel jî niha daxwaza pergaleke siyasî ya nû ya ji bo wan guncav dikin. Her wiha li dijî kesên ew eciqandin serî radikin û dixwazin pergaleke siyasî ya bêyî wan ava bikin. Lê avakirina pergala siyasî ya nû bi tena serê xwe bes nake. Divê ji hêla aboriyê ve domdariya wan hebe. Ez ji van re dibêjim yekîneyên siyasî, nabêjim dewlet. Herêmên xweser dikare bên avakirin. Zehmet e ev bi tena serê xwe bikarin hebûna xwe biparêzin. Em nizanin dibe ku bibe federasyon an jî konfedarasyon. Lê ev dê hêdî hêdî teşe bigirin.”
Têkildarî pozîsyona Kurdan a di vê hevkêşeya tevlihev a Rojhilata Navîn de jî Ergîl ev nirxandin kir: “Tirkiye li ser bingeha tirkitiyê hate avakirin. Kurd bi awayekî fiîlî hebûn lê ji hêla çandî û siyasî ve tune bûn. Kurd jî niha dixwazin li herêmên xwe xweser bijîn. Daxwaza wan nehat qebûlkirin. Dewletê ev yek xetere dît. Bingehek van fikaran tune bû lê dîsa jî jiyan.”
‘NEFRETA LI DIJÎ KURDAN LI TIRKIYEYÊ BÛYE NEXWEŞIYEK’
Dogu Ergîl, ji bo geşedanên li Sûriyeyê jî got ku rewşeke zêde nediyar heye û wiha got: “Ev rewş ne bi destê gelên Sûriyeyê, bi mudaxileyên derve çêbû. Niha rêxistineke di lîsteya terorê de cih digire ketiye Şamê û bûye îktîdar. Ev geşedanên diqewimin, encamên nakokiyan e. Heke li Tirkiyeyê Kurd nebûna, dê bixwest Kurd li wir xweseriyê ragihînin û bi Kurdên li Iraqê re bibin yek. Di bixwesta Kurd dewletê ava bikni. Lê ji ber Kurdên li vir ditirse. Li şûna daxwazên Kurdn çareser bike, her tim weke ‘xiyanetê’ dibîne. Hewl daye bi rêya zorê tune bike. Vê jî li dijî Kurdan rê li ber nefretê vekiriye. Nefreta li dijî Kurdan a li Tirkiyeyê, veguheriye nexweşiyekê. Di çareseriya wan de tenê kuştin, tundî heye. Niha hemleyeke nû dane destpêkirin. Armanc ne tedawiya vê nexweşiyê ye, armanc tesfiye ye. Ew jî dizanin ku bandora Abdullah Ocalan li ser PKK, PYD û Rojava heye. Xuyaye ku beriya reva Esad, baş li ser dersa xwe xebitîne.”
‘DÊ SÛRIYE DABEŞ BIBE Û RÊVEBERIYA XWESER JÎ AVA BIBE’
Têkildarî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî Ergîl ev tişt anî ziman: “Tirkiye êdî bêzar bû ku PKK tune nabe. Di demekî kin de li Enqereyê çalakî li dar xist. Hêj jî dikare çalakiyan bike lê bi awayekî taktîkî nake. Li gorî wan divê PKK were tunekirin. Wisa bawer dikin ku li Sûriyeyê dê teqez hebûna Kurdan hebe û ev jî dê di bin sîwana Amerîka û Îsraîlê de be. Her wiha dibêjin ku eleqeya wê dê bi PKK’ê re hebe, gotina PKK derbasdar be û PKK dê tune nebe. Ji ber van fikaran jî Tirkiye dixwaze PKK’ê bêbandor bike. Ev, pirsgirêka ewlehiyê ye. Anku ne ji bo çareseriyê ye. Hat fêmkirin ku armanca ji vê ew e ku hebûna PKK’ê li hundirê Tirkiyeyê û bi taybet li Rojava tune bikin. Anku fikarên Tirkiyeyê yên weke demokrasî, dewleta hiqûqê û hwd. tune ne. Dibêjin qey heke Ocalan bixwaze dê PKK bi dawî bibe, PYD bi dawî bibe, Kurdên li Sûriyeyê bi dawî bibin û hwd. Gelo kesekî ewqas sal in di hefsê de ma dê bibêje; ‘Temam bra. Min bigirin hefsa malê û bişînin aliyê din ê sînor. Ez ê her tiştekî çareser bikim.’ Gelo hikûmet ji vê bawer e? Tevgereke neteweyî ya ber bi dewletbûnê ve diçe heye. Ma ev pêkan e? Ma dê ev bi biryara kesekî tune bibin? Ma ev pêkan e? Bersiva min ne girîng e. Em ê di pêşketinên li qadê de bibînin. Bi qasî ku ez fêm dikim dê Sûriye dabeş bibe, Îsraîl dê dest deyne ser piraniya wê û dê herêma Kurdan hebe. Heke li Sûriyeyê Rêveberiyeke Xweser çêbibe, Tirkiye jî dê bi şikelî lihev bike.”
‘TIRKIYE MECBÛR E QEBÛL BIKE’
Di dirêjiya axaftina xwe de Ergîl wiha got: “Tirkiyeyê berê li Iraqê lihev kir. Herêma Federe ya Kurdistanê niha şirîkê wê yê herî baş e. Heke fêm bike ku dê li wir xweserî çêbibe, dê lihev bike. Mecbûr e qebûl bike. Wê demê dê li Tirkiyeyê jî di mijara pirsgirêka Kurd de pêşketin çêbibin.”
‘TIRKIYE HER KU BI KURDAN RE ŞER DIKE, EWQAS BIÇÛKTIR DIBE’
Herî dawî jî Ergîl destnîşan kir ku heke Tirkiyeyê nasname û zimanê Kurdan qebûl bikira dê pirsgirêk bi hêsanî çareser bûbûya û got: “Di mijara ziman de pir zextker in. Heke ev nebûya dê pirsgirêka Kurd ewqas giran nebûya. Nîviya Kurdên li Herêmê li Tirkiyeyê ne. Li şûna ku bi wan re li Rojhilata Navîn mezin bibe, bi şerê li dijî Kurdan her ku diçe biçûk dibe.”
MA / Mehmet Aslan