Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin

  • rojane
  • 11:34 19 Kanûn 2024
  • |

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku partiya wan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heta niha 23 serlêdan kiriye û wiha bertek nîşanî gotina “Em ê demeke guncav peyda bikin” a Wezîrê Dadê da: “Dema musaîd, nîşaneya keyfiyetê ye. Divê rêya ber bi birêz Ocalan ve diçe were vekirin.” 

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. 
 
Ayşegul Dogan, di serî de kesên di 19’ê Kanûna 1978’an di Komkujiya Mereşê de û di “Operasyona Vegeradina Jiyanê” li girtîgehan de hatin qetilkirin bi bîr anî. Di berdewamê de Ayşegul Dogan, Dayika Taybet Înan ku di 14’ê Kanûna 2015’an di dema qedexeya derketina kolanan li Silopiyaya ya Şirnexê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû, bi bîr anî. Ayşegul Dogan , got: “Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî faîlên wê nehatin girtin û darizandin.” 
 
GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ
 
Bi domdarî Ayşegul Dogan bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û wiha got: “Di van rojên dawî de dema dibêjin Sûriye, li Tirkiyeyê herî zêde ser Kurdan tê axaftin. Di serî de Tirkiye, divê tu welat li ser şer xwe li ser Sûriyeyê nedin ferzkirin. Divê hemû nasname û baweriyên li Sûriyeyê wekhev û azad bijîn. Ji bo vê jî divê şer esas neyê girtin. Divê çareseriyeke siyasî ya ku îradeya hemû derdoran temsîl dike pêş bikeve. Divê Tirkiye di vê mijarê de nebe astengî, pêşiya wê veke. Divê rêzê ji îradeya gelên li wir re bigirin. Bi dûrxistina Kurdan a ji maseyê re çareserî nabe. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku rêyên eşkere, demokratîk, wekhev ên diyaloga bi Kurdan re vekin. Di vê çarçoveyê de çi gav bên avêtin em amade ne. 
 
MODÊLA ROJAVA JI BO TIRKIYEYÊ GEF NÎNE 
 
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê xetereyeke ewlehiyê nîne. Rojava, tu gefan bi xwe re nayine. Tevî ev yek tê zanîn ku deriyên diyalogê hatine girtin. Divê deriyên diyalogê dîsa bên vekirin. 
 
BANGA MAZLUM EBDÎ
 
Mazlum Ebdî di banga dawî de dibêje; ‘Ji bo pejirandina agirbesteke tevahiya Sûriyeyê de digire nav xwe, em amade ne ku li Kobanê herêmeke bêçek ava bikin. Ev înîsiyatîf jî ji bo jiholêrakirina fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û îstîqrara herêmê girîng e.’ Bi sala ye ji bilî diyalogê tu bang nayên kirin. Lê Tirkiye gelê xwe dixapîne û hêzên wir weke pirsgirêka ewlehiya netewî nîşan dide. 
 
NABE KU KURD DERVEYÎ PÊVAJOYÊ BIMÎNIN 
 
Di vê sedsala nû de li Rojhilata Navîn tu hevkêşe dê nekarin bêyî qebûlkirina rastiya gelê Kurd bi ser kevin. Bi dervehiştina Kurdan a ji pêvajoyê re dê tu ji wan bi ser nekevin. Divê îradeya kesên li Sûriyeyê bê qebûlkirin û ew bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin. Her kesên di vê sedsalê de Kurdan li derveyî pêvajoyê dihêlin dê winda bikin. 
 
BANG LI WEZÎRÊ DADÊ KIR: NÎŞANEYA KEYFIYETÊ YE 
 
Di halê hazir de tecrîd hêj didome. Wezîrê Dadê ji bo pirsên têkildarî mijarê bersiva; ‘em li benda dema guncav in’ dide. Bi domandina tercrîdê re hûn di bêhiqûqtiyê de israr dikin. Di rêbaza îşkenceyê û binpêkirina mafên mirovan de israr heye. Dema guncav, nîşaneya keyfiyetê ye. Hûn nikarin bi vî awayî nêzî mafê mirovan bibin. Nêzikatiya rast a Tirkiyeyê dê ew be ku li hundir tecrîdê rake, rêya ber bi birêz Ocalan ve diçe veke, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bikeve nava hewldanan û bi Kurdên cîran re jî diyalogeke wekhev, ji dil û adilane pêş bixe. 
 
DENGE LI AMEDÊ OLAN DA DÊ SIBE LI ENQEREYÊ BE 
 
Ji her demê bêhtir hewcehî bi aştiyê heye. Aştî tenê bi bêdengkirina çekan nabe, divê çareserî bên peydakirin û sedemên bikaranîna çekê ji holê bên rakirin. Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, hêmaya sereke ya aştiya civakî û siyasî ye. Ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşek tê lidarxistin. Ev meş ji bo mafê aştî û demokrasiyê ye. Ji bo piştevaniya bi daxuyaniya li Stenbolê re, dê ev dengê li Stenbolê û Amedê olan dayî dê sibe li Enqereyê bê gel hev. Em ê meşvanan pêşwazî bikin. Em ê dîsa daxwazên xwe biqîrin û hewl bidin bigihînin rêveberên vî welatî. Aştî û jiyaneke aştiyane mafê me tevan e.” 
 
 

Sernavên din

11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
10:14 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
10:12 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
09:59 Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
09:57 Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
09:35 Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
09:02 Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN
09/03/2025
17:12 DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist
16:43 Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike
16:38 ‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin
16:24 ‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’
15:50 Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
15:49 Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
15:45 Ji bo betalkirina cezayê îdamê yê 3 jinên Kurd bang hate kirin
15:36 Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
15:08 Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
14:59 Bakirhan: Ocalan ji bo nêzikatiya ‘înkarger a dewletê dibêje ‘veguherin’
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
13:10 Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
12:13 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
11:30 Fîlozofê navdar Edgar Morîn piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:00 Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
10:35 HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir
10:00 Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje