MÊRDÎN - Dayika Mehmet Bahaddîn Oncu ku 30 sal in girtî ye, wefat kir. Oncu, xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê dayika xwe bibe lê bi hinceta “ewlehiyê” hate astengkirin.
Dayika Aştiyê Vahîbe (Vesîle) Oncu, du roj berê krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê rehmet kir. Cenazeyê Vahîbe Oncu, li gundê Prîketa yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate definkirin. Mehmet Bahaddîn Oncu ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa D a Bodrumê tê ragirtin, xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê dayika xwe bibe û bi vê boneyê serî li rêveberiya girtîgehê da. Lê belê ev daxwaza Oncu nehat qebûlkirin.
Hat zanîn ku ji ber îdiaya “Em nikarin ewlehiya herêmî biparêzin” a Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê destûr nehat dayin ku Oncu beşdarî merasîma definkirinê bibe.