Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan

  • rojane
  • 10:59 26 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê PEN a Navneteweyî Burhan Sonmez, diyar kir ku qetilkirina rojnamegerên Kurd û zextên li ser wan nîşaneya bêperwatiyê ye û wiha got: “Ji bo nixûmandina rastiyan rojnamegeran hedef digirin.” 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku êriş dişopandin, ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan ve hatin qetilkirin. Êrişên li dijî rojnamegeran li Kurdistan,  Tirkiye û gelek cihan hatin şermezarkirin. 
 
Serokê PEN a Navneteweyî Burhan Sonmez bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da û têkildarî êrişan ji ANF’ê re axivî. 
 
Burhan Sonmez, diyar kir ku qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn nayê qebûlkirin, ev yek di heman demê de bêser û beriya êrişên li ser Rojava jî nîşan dide û ev tişt anî ziman: “Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema ku li pey çêkirina nûçeyan bû hatin qetilkirin. Ev yek ji aliyekî ve êrişa li ser çapemeniya azad nîşan dide, ji aliyê din ve jî bêser û beriya êrişên li ser civaka Kurd a li Rojava radixe pêş çavan. Em hemû bi wê gotinê zanin, 'Di şer de beriya her tiştî rastî tê kuştin.' Ji bo rastî bê nixumandin, yanî êriş li wan mirovan tê kirin ku nûçeyan amade dikin. Ev rewşa ku li her devera cîhanê diqewime, mixabin li Rojhilata navîn hîn bi şênberî tê dîtin."
 
'HÊZÊN GLOBAL DIKARIN BI HÊSANÎ KURDAN FEDA BIKIN' 
 
Sonmez bal kişand ser rola bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî êrişên li ser civak û rojnamevanên Kurd û wiha domand: “Dema ku civaka navneteweyî dengê xwe nake, hêzên xwecihî yanî hikûmet an jî rêxistin bi rengekî hîn bê perwa tevdigerin. Ji ber ku zextê nabînin û dema plana êrişê dikin dudilî tevnagerin. Ev yek rastiyeke, li platformên navneteweyî bi têrkerî xwedî li pirsgirêka Kurd nayê derketin. Ne zehmet e ku mirov sedemên polîtîk ên vê yekê texmîn bikin. Dema ku berjewendiyên aborî û polîtîk ên hêzên mezin dibin mijara gotinê, dikarin Kurdan bi hêsanî feda bikin. Di vê serdema dîroka ji sed salî de tiştekî guherî nîne. Halbûkî yekane tişta ku Kurd dixwazin û pêwîstiya xwe pê heye, ji tiştê ku mafê her kesî ye cuda nîne. Dixwazin li ser paşeroja xwe xwedî gotin be û xwedî il çanda xwe derkeve. Ev mafê mirovî yê bingehîn jî ji wan re zêde tê dîtin."
 
'JI BO PARASTINA ROJNAMEVANAN HEWLDANÊN ME DEWAM DIKIN'
 
Sonmez diyar kir ku ji bo rojnamevan bêne parastin PEN a Navneteweyî di nava hewldanan de ye û axaftina xwe wiha qedand: “PEN a Navneteweyî ji ber vê yekê li zêdeyî çil welatî bi hezar endamên xwe têdikoşe. Karê me yê sereke azadiya nivîskar û wêjeyê ye. Lê belê êrişên li ser çapemeniyê di asteke welê de zêde bûye ku em jî tev li piştevaniya wan rêxistinan dibin ku ji bo rojnamevanan dixebitin. Hejmara rojnamevanên sala dawî li Filistînê hatin kuştin ji hejmara giştî ya rojnamevanên li tevahiya cîhanê hatine kuştin zêdetir e. Ji bo parastina rojnamevanan em hewl didin torên piştevaniyê ava bikin û zexta dîplomatîk li hikumetan bikin. Em hewl didin saziyên li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bixin nava liv û tevgerê û di mijara pirsgirêkên rojnamevan û azadiya çapemeniyê de li wan deveran tevkariyê li kar dikin.”
 

Sernavên din

16/08/2025
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
13:34 Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
13:33 Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
13:15 Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
13:03 Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
13:02 Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
12:08 Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
12:07 DEM Partî: Hefteya pêş dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
11:33 Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
11:00 Ji jinên li dijî Talîbanê li ber xwe didin heta Rojava: Em platformên hevpar ava bikin
10:09 Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nûreddîn Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin
18:48 Cenazeyê 22 Êzdiyên hatin qetilkirin anîn Mûsilê
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn
15:22 Kurtulmuş: Meseleya esasî ya komîsyonê sererastkirinên pêwîst in
15:02 Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
14:40 Înîsiyatîfa Rêzgirtin Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re: Êrîşên li dijî cenazeyan zirarê dide pêvajoyê
14:18 Komîsyona Meclisê cara 3’yemîn civiya
14:15 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike
14:03 Li Mersînê 11 kesên ku êrîş pêk anîbûn serbest hatin berdan
13:27 Dayika Metîn Arslan: Ez bi kurê xwe serbilind im
13:21 Ozgur Ozel têkildarî komîsyonê daxuyanî da
13:17 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
13:01 Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin