Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Senatorê Fransî Pascal Savoldelli nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re nivîsand bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û got, “Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e. Li hemberî êrîşan divê Fransa kurdan tenê nehêle.”

Li qada navneteweyî bertekên li hemberî êrîşên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên ANS yên li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) de dewam dikin. Senatorê Fransî Pascal Savoldelli ji bo balê bikişîne ser êrîşên li dijî Rojava, nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransa û Ewropayê Jean-Noel Barrot re nivîsand. Di nameya Savodelli ya ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de hat weşandin de, bal kişand ser wê yekê ku divê modela rêveberiya demokratîk û berfireh a Rojava di avakirina Sûriyeyê de bibe mînak û bang li Fransa kir ku kurdan tenê nehêlin. 
 
MODELA KURDAN
 
Senator Savoldelli di nameya xwe de diyar kir ku rûxandina rêjîma Esed hêviyek ji bo gelê Sûriyê ye û wiha got: “Ev hêvî encamdana şoreşa ku di sala 2011’an de dest pê kir û encamên wê niha ne diyar e, gihiştiye lûtkeyê. Di çarçoveya vê şoreşê de, kurdên Sûriyê zêdetirî deh salan e ku piştgiriya projeyeke siyasî ya berfireh li ser bingeha xweseriya demokratîk û jiyana hevbeş a aştiyane ya hemû civakan dikin. Îro ev model referansek e ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, berfireh û demokratîk li ser bingeha edalet, wekhevî û mafên hemû pêkhateyan."
 
GEFÊN HÊZÊN TARÎ
 
Senator Savoldelli şerê kurdan ya li dijî DAIŞê bi bîr xist û wiha got: “Hêzên kurd di sala 2015’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê û cîhadîstan de bûn hevalbendên Fransa û koalîsyonê. Lêbelê, di 8’ê kanûna 2024’an de, piştî ku koma îslamî ya radîkal Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) Şam bi dest xist, hejmarek ji komên çekdar ên paşverû yên ku Komara Tirkiyê piştgirîya wan dike, bi taybetî li bajarên ku piraniya wan kurd in li bakurrojhilatê welat li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) erîş da destpêkirin. Bi taybet li Dêrezorê û Minbicê hinek herêm xistin bin kontrola xwe. Gelek şahidên herêmê radigihînin ku sivîl hatine qetilkirin."
 
DIVÊ FRANSA KURDAN TENÊ NEHÊLE
 
Senator Savoldelli bang li Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot kir, ku divê Fransa li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li dijî Rojava, helwesta xwe nîşan bide û di nameya xwe de ev tişt anî ziman: “Dema mirov cidiyeta êrîşan li ber çavan bigire divê Fransa piştgirî bide hevalbendên kurd û modela wan a rêveberiya demokratîk, beşdarbûna wan di her proseyeke siyasî ya ji bo avakirina Sûriyê de misoger dike û bi awayekî aşkera destwerdanên derve yên ku dubendî û aloziyan gur dikin ku bingeha wan Tirkiye ye. Ez dixwazim bipirsim gelo hûn plan dikin ku giraniya nîşan bidin? Demeke ku metirsiya karesateke mirovî ya nû heye, divê Fransa dev ji hevalbendên xwe yên kurd bernede."
 

Sernavên din

20/08/2025
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê