'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’

  • rojane
  • 09:54 17 Sibat 2025
  • |

STENBOL - Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Feray Mertoglû diyar kir ku derfeta aştiyê çêbûye û divê bi insafa îktîdarê re neyê hiştin û got: "Divê civakî bibe. Heke em bikarin tevgereke xurt a muxalîf ava bikin, em ê bikarin berê aştiyê bidin rêgeheke rast."  

Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk jî dest pê kirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi mebesta civakîkirina aştiyê, kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” da destpêkirin. Gelek derdorên cuda piştgiriyê didin kampanyayê û yek ji wan jî Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) e. Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû diyar kir ku ji bo civakîbûna aştiyê kampanya girîng e. 
 
Feray Mertoglû, da zanîn ku ji bo fikra gelek derdoran a têkildarî “aştiyê” hî bibin kampanya girîng e û ev tişt anî ziman: “Ji bo li gorî vê fikrê polîtîka were pêşxistin gavek e. Kampanya didome û em encaman jê digirin. Şerê heyî bandorê li her kesî dike. Lewma pêdiviya her kesî bi aştiyê heye. Krîza aborî kûr dibe, xelk mexdûr e, cînayetên jinan zêde dibe û civak tê milîtarîzekirin. Lewma pêdiviya hemû civakê bi aştiyê heye. Ji bo zexta li ser civakê were rakirin pêdivî bi aştiyê heye.” 
 
'BUDÇE JI BO ŞER TÊ VEQETANDIN’
 
 
Bi domdarî Feray Mertoglû wiha got: “Aştî biqasî av û nan girîng e. Aştî, pariyê nan mezin dike, şer jî biçûk dike. Ji ber ku budçeya gel ji bo şer tê xerckirin. Ji bo ev rewş biguhere, ji bo maf û azadiyan û ji bo ekolojî neyê texrîbkirin, divê aştî hebe. Qeyûm tên tayînkirin, endamên meclisên şaredariyan tên girtin û îktîdar ji bo hebûna xwe bidomîne gefan dixwe. Heke aştî bibe dê her kes jê sûd bigire.” 
 
'DIVÊ EM AŞTIYÊ JI ÎNSAFA ÎKTÎDARÊ RE NEHÊLIN’ 
 
Bi domdarî Feray Mertoglû anî ziman ku 7 xalên Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kirî ji bo aştî û demokratîkbûnê girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helwesta AKP û MHP’ê jihev cuda ne. Li rexekî MHP dibêje ‘Bila Ocalan bê li Meclisê biaxive’ û li rexa din jî Erdogan dibêje ‘Em ê terorê biqedînin.’ Gelê Kurd qala aştiyeke birûmet dike û bersivê dide lê îktîdar gavan naavêje. Lewma heke derfeta aştiyê hatibe avakirin, divê ev ji însafa îktîdarê re neyê hiştin û ji bo civakîkirina aştiyê em têbikoşin. Heke em bi derdorên cuda re bên gel hev û têbikoşin, em dikarin bixin rêgeheke rast. Xebatên îro tên kirin, ji bo pêşeroja azad e.” 
 
'DIVÊ ABDULLAH OCALAN DI MERCÊN AZAD DE BIJÎ’ 
 
Feray Mertoglû, diyar kir ku Abdullah Ocalan muxatabê aştiyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo vê jî divê xebatên xwe di mercên azad de bike. Divê ewlehiya wî were parastin û şertên ku tê de azad tevbigere bên avakirin. Bi tecrîdê ev kar nameşe. Tecrîd didome, qeyûm tên tayînkirin û binçavkirin hen.e Divê her kes ji bo aştiyê bi rabûrdiya xwe re hevrû bibe. Ji bo pêvajoya heyî veguhera pêvajoya aştiyê divê her kes tişta ji dest tê bike. Beriya her tiştekî bila ji bo aştiyê îmzeyê biavêjin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû  
 

Sernavên din

10/10/2025
11:30 Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin
11:01 'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
10:50 Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin
10:44 Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
09:36 Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
09:00 ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN
09/10/2025
18:41 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gava herî berbiçav e'
17:29 Li Amedê meşa 9'ê Cotmehê: Heya azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, em ê bitêkoşin
17:22 Hesen ê piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan dê were dersînorkirin
16:55 Komîsyona Meclisê dê were Amedê
16:46 Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava şênber a ji bo aştiyê
16:03 Ji bo rojnameger Rahîme Karvarê ceza hat xwestin
15:56 Danîşîna rojnamevan Reyhan Hacioglû hate taloqkirin
15:23 Ozel têkildarî serdana Îmraliyê: Bila ji ewil AKP helwesta xwe diyar bike
15:18 HSD’ê têkildarî êrişên Hikûmeta Demkî daxuyanî da
14:39 Nêçîrvan Barzanî bi Fîdan re hevdîtin kir
14:36 Komkujiya Garê: Rapora ‘Di legerîna edaletê de 10 sal’ hate weşandin
14:06 Girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer terkî mirinê kirin
14:01 Erden ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
12:56 Danişîna doza Boltan û Zengeralp hat lidarxistin
11:56 'Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo vala derxist’
11:46 Li ser îdiayên şahidê nepen der heqê Gok de îdianameyeke nû hat amadekirin
11:36 Piştî 31 salan li benda vegera Efrînê ye
11:35 Ayşegul Dogan: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye
11:02 Îsraîl û Hamasê di plana agirbestê de lihev kirin
11:01 Li girtîgehan li gorî cureyê 'sûc' cihêkarî tê kirin
10:56 Prof. Dr. Erdem: Heke îrade hebe dikarin gelek gavên şênber biavêjin
09:33 Talankirina daran a li Dorşînê didome
09:10 Erdem piştî 30 salan hat tehliyekirin
09:04 'Jin dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dakevin qadan'
09:02 Dayikên Aştiyê yên şahidê komployê: Rojeke reş bû
09:01 Salih Muslim: Komplo neqediyaye, Rêber Apo hîn jî dîl e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2025'AN
08/10/2025
22:41 Yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê hatin dayîn
20:09 Peyama ku Abdullah Ocalan ji merasîma xelatdayînê re şand: Gûrbettellî şopeke bêhempa hişt
19:50 MEBYA-DER ku li komisyonê lê hat guhdarîkirin: Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
17:51 Jinên ji meşê vegeriyan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
17:00 Ji ÎHD'ê li dijî texrîbkirina ekolojiya Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
16:25 Lamîa Asu ya Efrînî ku piştî 32 salan hate berdan birin GGM’ê
15:46 Talankirina xwezayê li Amedê hate protestokirin
15:28 DEM Partiyê li Meclisê ji bo Demîrtaş çalakî li dar xist
15:27 Hunermendan banga ‘em aştiyê dixwazin’ kir
14:52 Civîna 14’an a komîsyonê dest pê kir
14:35 Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû
13:56 Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dê li gelek bajaran bê protestokirin
13:34 Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn
13:30 DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin
12:44 Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re
12:25 Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
12:06 ÎSÎG: Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:53 Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
11:13 Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
10:52 ‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
10:33 MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî
10:25 Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
10:10 Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
09:48 Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
09:28 Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
09:08 Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
09:04 Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê
09:03 Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
09:02 Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN
07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin