WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di çalakiya protestokirina qeyûm de axivî û got: “Bi anîna 10 hezar hêzên ewlekariyê, bi ço û bombeyên gazê hûn nikarin vîna vî gelî xesp bikin.”
Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berdewam in. Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî, nûnerên gelek partiyên siyasî û bi sedan welatiyan li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî hate dayin. Beriya daxuyaniyê bi sedan kes hatin parkê û dirûşmên “Gelê Wanê li vir e, qeyûm li ku ye?”, “Qeyûmê dizek ji Kurdistanê bicehime” û “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” berz kirin.
‘DÊ WEKE DIZ DI DÎROKÊ DE CIH BIGIRE’
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di daxuyaniyê de axivî û got: “Gelê Wanê bi roja ye bersiveke dîrokî dide kesên êrişî hiqûq û edaletê dikin. Hilbijartinên 31’ê Adarê bersiveke dîrokî bûn. Ev rêberiya qeyûm, hewl dide dîsa çav berdaye vîna gel. Lê bila bizanin ku dê gelê me destûrê nede wan. Her qeyûm dê weke dizê îradeyê di dîrokê de cih bigire.”
‘GELÊ WANÊ DÊ HER TIM BI SER KEVE’
Zeydan, diyar kir ku zîhniyeta qeyûm dixwaze îradeya gel tune bihesibîne û nelirêtiyên xwe bidomîne. Zeydan, got: “Dixwazin pergala nelirêtiyê bidomînin. Lê em li vir soz didin ku dawiya qeyûm û dizan hatiye. Hûn dê nekarin bi anîna deh hezar hêzên ewlekariyê, bi ço û bombeyan îradeya gel xesp bikin. Yên ku îradeya gel dizîn, niha di sergoya dîrokê de ne. Hûn jî dê biçin wir. Dê hûn qeyûm û diz biçin û gelê Wanê dê dîsa bi ser keve. Em ê heta dawiyê xwedî li îradeya gelê xwe derkevin."
‘EV GEL POLÎTÎKAYÊN WE NAXWAZE’
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî anî ziman ku qeyûm şimaqa herî mezin di 31’ê Adarê de xwariye û got: “Gelê me di 31’ê Adarê de bi çûna ser sindoqan nîşan da ku van polîtîkayên riziyayî naxwaze. Ev gel we naxwaze. Banga me ji bo AKP’ê ye; we di 22 salan de ji bilî cihêkarî, girtin, binçavkirin, xizanî û bêkariyê tu tiştek nekir.”
Endamê MYK’a ESP’ê Orhan Çelebî jî îradeya gelê Wanê silav kir û got: “Yên qala demokrasî, hiqûq û biratiya gelan dikin, îradeya 20 milyona kesan tune dihesibînin. Lê em dizanin ku ev gel gelek caran xwedî li îradeya xwe derket û şaredarên xwe dîsa hilbijart. Dema hilbijartin çêbû dê dîsa heman îrade derkeve holê.”