HEWLÊR - Serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da û got: “Pêvajoyeke girîng û firsendeke dîrokî ye.”
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re du caran hevdîtin kir, îro li Hewlêrê bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê piştî hevdîtinê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şandeya Îmraliyê di hevdîtinê de silavên taybet ên Abdullah Ocalan ji Nêçîrvan Barzanî re şandine û têkildarî pêvajoyê agahî daye.
Bi domdarî di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî ji Şandeya Îmraliyê re gotiye; “Divê PKK bi awayekî stratejîk li pêvajoyê binêre û hewceye ev firsend ji dest neyê dayin.”
FIRSENDA DÎROKÎ
Di daxuyaniyê d ehate gotin ku Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de ji bo serkeftîbûna pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dê bi temamî piştgiriyê bide. Bi domdarî hate gotin ku Nêçîrvan Barzanî “Pêvajo girîng û weke firsendeke dîrokî nirxand, diyar kir ku divê her kes ji bo serkeftina pêvajoyê û biratiya Kurd-Tirkan bixebite ji ber ku aştî ij bo Tirkiye û herêmê pêwîst e.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şandeyê ji ber hewldanên di pêvajoyên aştiyê yên berê û ya niha de spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye û jê xwestiye ku vê piştgiriyê bidomîne.