WAN – Li Wanê piştî daxuyaniyê bi sedan ciwan meşiyan û di meşê de slogana ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ berz kirin.
Li Wanê li hemberî tayînkirina qeyûm çalakî û bertek dewam dikin. Piştî daxuyaniyê bi sedan kes li kolana Cûmhûriyetê du milan heta avahiya DBP’ê meşiyan.
Hejmara çalakvanan di demeke kurt de gihîşt bi hezaran kesan. Ciwanan di meşê de bênavber dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Ji Îmraliyê re hezar silav’, ‘Abdullah Zeydan rûmeta me ye’, ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ û ‘Bijî berxwedana gelê Wanê’ berz kirin.