WAN - Çalakiyên protestoyî yên li Wanê li dijî xespkirina îradeyê dest pê kirin di roja 4’emîn de heta serê sibehê berdewam kirin.
Çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di roja 4’emîn de berdewam in. Ji 15’ê Sibatê roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha li tevahiya taxên bajar çalakî heta serê sibehê berdewam kirin. Li taxên Xaçort, Akkopru, Şabaniye, Bostanîçî, Yunîplîk, Suphan û Ş. Firatê gelek ciwan daketin kolanan û tayînkirina qeyûm protesto kirin. Di çalakiyan de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Qeyûmê diz ji Kurdistanê bicehime” hatin berzkirin. Ciwanan li taxan berîqet danîn. Polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û bombeyên dengan bersiv dan êrişan.
Li hêla din, hat zanîn ku polîsan li Taxa Xaçortê guleyên rast li ciwanan reşandin û dîmenên kêliyên gulebarandinê hatin kişandin.