ENQERE - DEM Partiyê bertek nîşanî operasyona li dijî HDK’ê da û binçavkirin weke “Êrişeke giştî yê li dijî lêgerînên aştiyê” nirxand. DEM Partiyê got: “Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî operasyona binçavkirinan a li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tirkiye îro jî bi operasyonên li dijî HDK’ê hişyar bû. endamên MYK’a me Semîha Şahîn, Mehmet Saltoglû, Hevberdevka HDK’ê ya berê Esengul Demîr û nûnerên partiyên pêkhateyê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Eşkere ye ku îxtîmala çareserî û aştiyê xewa hinek kesan verevandiye. Her roj li dijî kesên daxwaza çareserî û aştiyê dikin operasyon tên kirin, her roj li dijî îradeya gel qeyûm tên tayînkirin. Her roj êrişên li dijî tifaqa gelan û kesên têkoşîna hevpar mezin dikin mezintir dibin. Êrişa li dijî civakê, îradeya gel, çareserî, demokrasî û lêgerîna aştiyê tê domandin. Lê tu xêra vê tirsê ji bo ecelê nîne; dê aştî teqez bê vê xakê. Hûn çi bikin jî dê feyde neke. Ev zîhniyeta ku li dijî gel û îradeya wan a siyasî û muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike.”