ÊLIH – Hat îdiakirin ku di serdagirtina malê ya polîsan de berê çek dane zarokê 3 salî û her wiha îşkence li E. M. (16) û Sîpan Yusuf kirine.
Polîsan li Taxa Şîrînevler a Êlihê bi ser mala malbata Mendeş de girt û di serdagirtinê de welatiyê bi navê Sîpan Yusuf (30) ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû mêvanî bi îşkenceyê hat binçavkirin. Polîsan di dema serdagirtinê de endamên malbatê derb kirine û li gorî îdiayan E. M. yê 16 salî rastî îşkenceya polîsan hatiye, lawî wî reş bûye û xwîn bûye.
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Yusuf Mendeş diyar kir ku di dema serdagirtina mala wan de Sîpan Yusufê ji Qamişloyê ye 7 sal in li cihê wan yê kar dixebite û wek mêvan hatiye mala wan. Mendeş da zanîn ku polîsan îşkence li birayê wî E. M., dayikê wî û li wî kirine. Mendeş anî ziman ku polîsê ku di 10’ê cotmeha 2024’an de di dema serdagirtinê de çavê wî mor kiribû vê carê jî heman polîsî çavê birayê wî mor kiriye.
BERÊ ÇEK DAN ZAROKÊ 3 SALÎ
Mendeş wiha behsa serdagirtinê kir: “Bêyî ku sedema binçavkirinê nîşan bidin Sîpan birin odeyeke tarî. Ew li erdê kaş kirin û birin odeyê. Li hundir qêrîn dihat kirin. Dayika min xwest mudaxaleyî wan bike. Li odeya tarî bi çek û lêdanê Sîpan derb dikirin. Li aliyê din berê çek dan birayê min yê 3 salî û xwestin xwe li erdê dirêj bike. Ew ji mirovbûnê derketine. Bi saetan bêyî ferqê bixin navberê îşkence li jin û zarokan kirin. Birayê min derb kirin. Min got ew zarok e çima wî derb dikin? Piştî vê gotina min 5 polîsan êrîşî min kirin. Dema berê jî hatibûm binçavkirin û wê demê jî îşkence li min kiribûn.”
Mendeş li hember îşkenceyê nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Dibêjin ‘di destê me de delî hene’ derbên mirinê li me dixin. Lê dema me derdixin dozgeriyê li wir jî em serbest tên berdan. Duh dema hatin me got bes e ev cara çendemîn e hûn tên vê derê? Gotin em ê dîsa werin. Sîpan di nav xwînê de mabû û ew birin. Niha li emniyetê tê wergirtin.”
‘SÎPAN DI NAV XWÎNÊ DE MABÛ’
Dayik Mîrcan Mendeş da zanîn ku di 10’ê cotmeha 2012’an de li ber çavê zarokan rastî îşkenceyê hatiye û wiha axivî: “Derî şikandin û ketin hundir. Dema ketin hundir kê derket pêşiya wan li erdê dirêj kirin û îşkence lê kirin. 10 kesan Sîpan Yusuf’ê mêvanê me bû, birin odeyeke tarî û li wir îşkence lê kirin. Her du zarokên min xwestin mudaxale bikin ew jî rastî îşkenceyê hatin. Em birin mitbexê û dema em ji mitbexê derketin Sîpan di nav xwînê de mabû. Min got 7 sal in li cem me ye, pirsgirêk çi ye? Bersiv nedan. Ji ber dosyayeke ku nîn e bi ser malê de digirin û îşkence dikin. Dev û pozê Sîpan şikandin. Dibêjin hûn çima wî diparêzin, çima tîni mala xwe. Min jî got 7 sal in li cem me dixebite û wek kurê min e. Sîpan bi wî halî birin, bila ev zilm bi dawî bibe.”
MA / Fethî Balaman