ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bang li Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir û got: “Îktîdara AKP’ê hewl dide hewldanên ji bo diyalog û muzakereyan sabote bike. Ji Wanê heta Tişrînê û operasyonên li dijî HDK’ê, hewl dide hêviya aştiyê tune bike.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Barkihan di civîna koma partiya xwe ya heftane de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan, got: “Her zimanek rengek e, hebûnek e. Em jî dibêjin ku zimanê me Kurdî rûmeta me ye. Îro hem zimanê me hem jî îradeya me tê înkarkirin. Pergala qeyûm, dijminatî ye. Ziman, deriyê ewil ê hebûn û nebûnê ye.”
BERTEK NÎŞANÎ TAYÎNKIRINA QEYÛM DA
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser tayînirina qeyûman û got: “Herî dawî îradeya xelkê Wanê xesp kirin. Xelkê Wanê di hilbijartinê de her 14 şaredarî jî bi dest xist. Lê li şûna ku vê peyamê fêm bikin, bi dompasan ceza dan hevşaredarê me û qeyûm tayîn kirin. Îktîdara AKP’ê baş dizane ku êdî nikare li ser sindoqê bi ser keve. Ew jî dizane ku êdî nikare Wanê di xewna xwe de jî bibîne. Lewma hewl dide bi kompas û hîleyan bidize. Hûn nikarin vîna gelê Wanê xesp bikin. Gel, bi roja ye ji bo îradeya xwe li ber xwe dide. Tevî cop û guleyên we jî li ser pêya ye. Di nîvşevekê de mîna çeteyan bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin. Bi guleyên plastîk û bombeyên gazê hewl dan mirovan ji qata sêyemîn biavêjin xwarê. Hewl dan bi vî awayî îradeya gelê Kurd xesp bikin.
MA KÎJAN DERBEKAR JI WE MEZINTIR E?
Heke ev derbe ne be wê demê çi ye? Ma derbekarên ji we mezintir hene? Memûrek tayîn kirine. Belê, memûrê mêtingeriyê ye. Hûn wê derê bi top û tifingê xesp jî bikin em ê jê re bibêjin memûrê mêtingeriyê. Qeyûmî weke karê ewil ji bo dizî û nelirêtiyên qeyûm dernekevin holê, pankarta me li avahiya şaredariyê daliqandî daxist. Qeyûm dizî û nelirêtî ye. Dê bibêjî qey dema ew pankart anîn xwarê dê qeyûm pak bibe. Xwelî li serê we be. Sed carî xwelî li serê we be.
XWE DISPÊRE RUHÊ KÊ?
Li Stenbolê hebûna gelê Kurd qebûl jî nakin. Çi ye, qaşo Kurd û Tirkan tifaqa Lihevkirina Bajar kirine. Û dozgerî ev kiriye sûc û îdianame amade kiriye. Qaşo Kurd nikarin tifaqan bikin û şaredariyan bi dest bixin. Kiriyarên Mahmût Esat Bozkurt in. Serodzger Abdulhaluk Renda xwe dispêre ruhê Şukru Kaya, Siddika Avar, Kemal Yamak û Recep Peker ku van kesan Kurd weke dijmin didîti û digotin divê bên tunekirin. Îdianameya vî dozgerî jî heman e.
BANG LI KURDÊN AKP’Î KIR
Di hizûra we de ez bangî Kurdên di nava AKP’ê de siyasetê dikin, dikim. Ji bo xatirê Xwedê hûn ji bo van sepanên dozgerê ku dibêje Kurd nikarin şaredariyê bi dest bixin, nikarin tifaqan bikin, heke bike dê wan bigirim û biavêjim hundir, çi difikirin? Gelo hûn vê qebûl dikin? Ev sed sal in em li dijî vê şermê têdikoşin lê hûn çi dikin? Dev ji şirîkatiya vê şermê berdin. Dema em li Wanê, dayikekê got; ‘Nanê xwe di tenûra xwe de bipijîne.’ Em jî bangî wan dikin; ma hûn şerm nakin ji bo kîloyeke meqerneyê hûn li cem zaliman cih digirin. Şerm e, aqilê xwe bînin serê xwe.
EM LI BENDA BANGÊ BÛN LÊ WAN BI QEYÛM PEYAM DAN
Li rexekî qala çareseriya dikin li rexa din jî di slvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Ocalan de li Wanê qeyûm tayîn kirin. Îktîdara AKP’ê hewl dide hewldanên ji bo diyalog û muzakereyan sabote bike. Ji Wanê heta Tişrînê û operasyonên li dijî HDK’ê, hewl dide hêviya aştiyê tune bike. Civak di 15’ê Sibatê de li benda banga birêz Ocalan bû lê wan bi qeyûman peydam dan.
KESÊ DI FIKRA WÎ DE QEYÛM HEYE DÊ ZIKRÊ WÎ ÇAWA AŞTÎ BE?
Ma kesê fikra wî qeyûm be dê zikrê wî çawa aştî be? Îro di danê sibehê de di operasyona li dijî HDK’ê de herî kêm 52 kes hatine girtin. Ev qirkirina siyasî, êrişeke topyekûn a li dijî lêgerîna aştî, demokrasî û çareseriyê ye. Em bi tundî şermezar û red dikin. Lê kî çi dike bila bike em ê dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Em vî aqilê koploger ji Osloyê, ji pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an pir baş nas dikin. Dîsa hewl didin heman tiştan dubare bikin. Em vî aqilî şermezar dikin. Em ê HDK’ê biparêzin. HDK em in, em HDK ne.
BANG LI BAHÇELÎ KIR
Ez bangî birêz Bahçelî dikim. Hûn dibêjin ku divê di navbera Kurd û Tirkan de rûpeleke nû vebe. Lê şirîkê we ji bo tunekirina hêviya aştiyê her tiştî dike. Hûn ji vê pêvajoyê re dibêjin êşa zayînê lê îktîdar dixwaze zayîneke mirî be. Ji bo vê her tiştekî dike. Li dijî vê, parasteina tifaqa Kurd-Tirkan peywira me tevan e.
ERDOGAN LI KU DISEKINE?
Weke DEM Partiyê em ji aştî, diyalog û muzakereyan bibawerin. Gelo şirîkê we Erdogan li ku dera çareseriyê ye? Her kes bersiva vê pirsê mereq dike. Tayînkirina qeyûman, kompaseke li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Heke îro qeyûman tayînî vir bikin, sibe dê tayînî Stenbol û Îzmîrê jî bikin. Ev meseleya demokrasiyê ye. Ji bilî têkoşîna hevpar tu şensên me nînin.
Kengî derfeta aştiyê çêbibe hinek derdor yekser dibêjin ‘Kurdan bi AKP’ê re lihev kir.’ Ya ku hûn dikin şerm e, fihêtî ye. Heke me lihev kribe çima wekîl û hevşaredarên me li Wanê tên îşkencekirin, çima qeyûm tên tayînkirin? Yên bi AKP’ê re lihev kirin hûn in.
EM JI PARADÎGMAYA BIRÊZ OCALAN BAWERIN
Vaye birêz Ocalan di hevdîtina dawî de deriyeke pir girîng ê xelasiyê nîşan da. Birêz Ocalan çi dibêje? Dibêje ku divê ew fikra dewletê ku Kurdan weke gef dibîne bê tunekirin. Wer in em tirsên xwe bidin aliyekî, dev ji dijminatiyê berdin. Em heta dawiyê ji paradîgmaya birêz Ocalan bawerin û piştgiriyê didin. Banga min ji bo derdorên muxalîf ên gumanên wan ji pêvajoyê hene, heye; bi vê paradîgmaya nû re dê derewên ewlehî û bekayê yên statukoparêzeran ji dest wan bê girtin û qadeke mezin a siyaset û destkeftiyan ji muxalefeta demokratîk re vebe. Lewma divê em piştgiriyê bidin.
WELATPARÊZÊN DEREW
Ji bo PKK bi îradeya birêz Ocalan neke hindik ma ye duayan bikin. Heke ew tiştên weke beka, ewlehî û terorê ji dest van bigirî dê ji bo me qadeke mezin vebe. Lewma divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Nîqaşên piştî 1’ê Cotmehê hinek kes gelek aciz kir. Hem di nava îktîdarê de hem jî di nava muxalefetê de hinek kes hene şer bidome. Leşkerekî digot; ‘Heke PKK xwe fesh bike dê Tirkiye bivirî li piyê xwe bixe. Dê Tirkiye êdî nekare operasyonên derveyî welat bike.’ Anu dibêje ku Heke pirsgirêka Kurd çareser bibe em nikarin vê pergalê bidomînin.
TEVGERA KURD BI OCALAN RE YE
Derdê van ew e ku ev pergal bidome û ew qada xwe ya konforê ji dest nedin. Lewma dixwazin şer bidome. Lê mixabin xebereke min a nexweş ji bo wan heye. PKK’ê daxuyaniyeke girîng da û got ku ew ê li ser bingeha demokrasiyê ji bo demokatîkbûna Tirkiyeyê helwestê diyar bikin. Gotin ku hedefa wan a dabeşkirina welat û rûxandina dewletê nîne û hewcehî bi van fikaran nîne. Ev daxuyaniyeke girîng bû. Hema hema tevahiya aliyên Kurd piştgiriyê didin vê pêvajoya birêz Ocalan.
Banga me ji bo her kesî ev e; werin em bi hev re vê hêviyê mezi bikin û vê firsendê bi kar bînin. Beriya her tiştekî divê civak xwedî lê derkeve. Wê demê zemîna aştiyê ava dibe. Em ji bo vê têdikoşin û dê ev têkoşîn bidome.
Dixwazim axaftina xwe bi zimanê xwe yê dayikê biqedînim; me bi Kurdî dest pê kir, em ê bi Kurdî biqedînin. Berê gotinek hebû digot berf diçe ax dimîne. Ew ê her in, em ax in em ê bimînin. Em mafdar in, em ê bi ser bikevin. Serkeftin.”