NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 4 bajarên Kantona Cizîrê gelek kesan ji bo beşdarî berxwedana li Bendava Tişrînê bibin bi rê ketin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Berxwedana bi pêşengtiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li dijî van êrişan jî didome. Îro ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê gelek welatî ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê heta niha ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li ber xwe didin û çalakiya nobetê didomînin.