AMED - Rêveberê MED-DER’ê Halîl Îbrahîm Taş bal kişand ser zextên ser zimanê Kurdî û got: “Kurdî, bi dersa hilbijarî re nayê paşguhkirin. Divê bibe zimanê perwerdeyê û xwedî statu be.”
Ji sala 2000’an heta niha her sal 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) her sal daneyên zimanên xetereya tunebûnê li ser e parve dike. Li gorî daneyên UNESCO’yê; zimanên ku ji hêla zarokan ve weke zimanê dayikê nayên axaftin “teqez di bin xetereyê” de ne. Zimanê Kurdî jî ji ber zext û qedexeyan di vê beşê de cih digire. Zimanzan, dibêjin ji ber ku Kurdî weke zimanê perwerdeyê nayê qebûlkirin û di serî de Meclis di qada cemaweriyê de hatiye qedexekirin, bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye.
Rêveberê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Îbrahîm Halîl Taş diyar kir ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.
GIRÎNGIYA 21’Ê SIBATÊ YA JI BO KURDAN
Taş, diyar kir ku zimanê gelê Kurd jî bindest e lewma 21’ê Sibatê ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Taş, destnîşan kir ku dewlet ji bo pêşeroja zimanê Kurdî tu gavan naavêje û tu xebatan nake. Taş, got: “Bi damezirandina komarê re li gel Kurdî, gelek zimanên din jî êdî tune hatin hesibandin. Zimanê civaka Kurd qedexe ye û bi pişaftineke hovane re rû bi rû ye. Çand û zimanê wan bi tunebûnê re rû bi rû ne. Dema komar hatî avakirin, li Anatoliyayê bi dehan zimanan dihat axaftin lê niha tevek jî tune bûne. Ji wan tenê Kurdî ma. Wêjeya devkî ya Kurdan xurt bû. Gelê Kurd ji bo ziman û wêjeya xwe li dijî van polîtîkayên dewletê têkoşiyan û karîn xwe li ser pêyan bigirin.”
‘DIVÊ EM GELEK BIXEBITIN’
Bi domdarî Taş anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd zimanê Kurdî ku li ber tunebûnê bû li ser pêyan girt û wiha pê de çû: “Zimanê Kurdî îro zêdetir bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî tê axaftin. Ji bo Kurmancî her çend biçûk jî bin hinek gav hatine avêtin. Heke tu ji dewletê bipirsî ew dibêjin her tişt serbest e lê tiştekî wisa tune ye. Tiştên dibêjin û dikin hev nagirin. Celadet Elî Bedirxan û hevalên xwe di Kovara Hawarê de Alfebeya Latînî bi kar anîn û piştî vê, zimanê nivîskî di nav Kurdan de belav bû û hat bikaranîn. Piştî vê, pêşiya zimanê Kurdî vebû. Lê têr nake û di vê mijarê de hewceye em gelek bêhtir têbikoşin. Divê em ziman û çanda xwe pêşdetir bibin. Di vê mijarê de hewcehî bi xebat û projeyên nûjen heye.”
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’
Di berdewamê de Taş bi lêv kir ku zimanên nayên axaftin bi xetereyê re rû bi rû ne û ev tişt anî ziman: “Divê em bi zarok û ciwanên xwe re bi Kurdî biaxivin. Li gorî tespîteke UNESCO’yê; heke ziman di malbatê de di navbera zarokan de neyê axaftin, ew ziman di xetereyê de ye. Kurdî jî di vê rewşê de ye. Hewceye di vê mijarê de zext li dewletê were kirin. Ji ber ku divê ziman ji malan, komeleyan û saziyên civaka sivîl derkeve û bigehije kolan û bazaran. Divê statuyeke ziman hebe û bi qanûnan hatibe misogerkirin. Divê zimanê Kurdî zimanê fermî be.”
‘NABE BI DERSA HILBIJARÎ BÊ PAŞGUHKIRIN’
Taş, bal kişand ser îdiayên îktîdarê ku dibêje zimanê dayikê qedexe nîne û di vê mijarê de xebat tên kirin û ev nirxandin kir: “Dema malbat li dibistanan dersa zimanê Kurdî hildibijêrin, bi dehan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Di vê nêzikatiyê de em dibînin ku jidil nînin. Sekna dewletê ya li dijî Kurdan û ziman û çanda Kurdan berçav e. Ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta niha ji 3 parên nifûsê yek jê Kurd in. Lê zimanê vî gelî di fermiyetê de tune ye û tenê bi 2 dersên hilbijarî dixwazin paşguh bikin. Ev nayê qebûlkirin. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, statuya wî were dayin û ji bo vê qanûn bên derxistin.”
‘DIVÊ HER KES BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRE’
Taş, daxuyand ku hewceye gelê Kurd ji bo pêşxistin û pêşîlêgirtina tunebûna zimanê dayikê berpirsyartiyê li xwe bigire û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê mijarê de divê li dijî pişfatinê têbikoşe. Divê çand û zimanê me ne tenê di 21’ê Sibatê de, hewceye her tim di bîr û jiyana me de be. Ziman, pirsgirêka civakê ye. Divê her ferdê civakê berpirsyartiyê li xwe bigire. Kurdî, pirsgirêka Kurdan e.”