STENBOL - Hunermend Mîkaîl Aslan di rêwîtiya xwe ya hunerê de 30 sal li pey xwe hişt. Mikaîl Aslan, amadekariyan dike ku ked, bîranîn û awazên xwe di muzîkala bi navê “Dîdar”ê de parve bike.
Hunermend Mîkaîl Aslan di rêwîtiya xwe ya hunerê de 30 sal li pey xwe hişt. Mikaîl Aslan, amadekariyan dike ku ked, bîranîn û awazên xwe di muzîkala bi navê “Dîdar”ê de parve bike. Muzîkala ewil dê di 27’ê Nîsanê roja yekşemê de li Navenda Pêşengehan a Bostanciyê bê lidarxistin.
“Dîdar” dê li gelek deverên cîhanê bê pêşandan û ji bo şeva promiyerê jî Beser Şahîn, Mem Ararat, Erkan Ogur, Cem Erdost Îlerî û Cemîl Qoçgîrî beşdar bin.
Mîkaîl Aslan, di nava 30 salên rêwîtiya xwe ya hunerê de albûmên weke Agêrayîs, Miraz, Zernkut, Petag û Xoza’yê derxist. Par jî bi boneya 20’emîn sala rêwîtiya xwe ya muzîkê tevî Cemîl Qoçgîrî albûma “RûbiRû” derxistibû.