NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e.” DEM Partiyê bi domdarî ev bang kir: “Werin em goristana zimana bikin baxçeya zimanan.”
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî parvekir. Di daxuyaniya bi sernavê “Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e” de hat xwestin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.
‘ZIMAN HILGIRÊ HERÎ GIRÎNG A DÎROKÎ Û ÇANDÎ YE’
Daxuyaniya Komîsyonê wiha ye:
“Bêguman ziman hilgirê herî giring ê mîrateya mirovahiyê ya dîrokî û çandî ye. Civakan bi demê re li gorî zimanên ku diaxivin nasnameya xwe standine. Ziman bûne dînamikên herî girîng ên nasnameya kolektîf. Her gelê ku ji zimanê xwe yê dayikê bêpar hatine hiştin, bi ‘tengezariya nasnameyî’ re rû bi rû maye.
Bêguman di sedsala dawî de yek ji binyatên hegemonîk hişmendiya netewe-dewlet bû ku nasnameya serdest bi baldarî wekî amûreke zextê hatîbû damezrandin û navendparêziya hişk bingeh girtibû. Komkujiyên etnîkî û olî, zext û zor, sirgûn, kuştinên kiryar nediyar, rastiyên bingehîn ên vê netewe-dewletê ne ku bûne sedema şideta sîstematîk.
ZIMANÊ KURDÎ BÛ ARMANCA BINGEHÎN A TUNDIYA PERGALÊ
Di dîroka tundiya pergalî ya sedsala 20’em de, Kurd û zimanê Kurdî bûne armanca bingehîn a vê tundiyê. Bi rêya endezyariya civakî, ziman, çand û folklora Kurdî hatine qedexekirin û hate xwestin ku di nav Tirkbûnê de bê helandin. Ji bo van armancan bi hewildana karekî pûç a wek “pêxistina firnê di bin behre de” ji aliyê serdestên dewleta neteweperest sedsalek hat windakirin. Ji bilî zimanê Kurdî, zimanên gelên din jî para xwe ji van polîtîkayan standî ye.
XETEREYA LI SER ZARAVAYÊ KIRMANCKÎ
Li gorî UNESCO’yê, ji zimanên ku li Tirkiyeyê tên axaftin 18 ziman li bin xetereya windabûnê de ne, 3 ziman jî bi zanebûn hatine tunekirin. UNESCOyê 21’ê Sibatê wekî ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî’ pejirand û bi vê mebestê bal dikişîne ser zimanên li bin xetereyê de ne û bi bîr dixe ku parastin û bikaranîna van zimanan berpirsyariya hevpar a mirovahiyê ye. Îro li welatê me li ber çavên dîrokê Ubihkî, Mlahso û Yewnanî ya Kapadokî winda bûne. Pêşeroja zimanên wekî Osetkî, Çerkeskî, Romankî, Ermenkî ya Rojavayî, Hemşînkî, Lazkî, Yewnanî ya Pontusî, Abazakî, Suret bi fikar e. Metirsiya kevtina di goristana netewe-dewletê de ya zaraveya Kurdî Zazakî (Kirmanckî) roj bi roj zêde dibe.
‘MIROVÊ BÊZIMAN MIROVÊ MIRÎ YE’
Wekî ku mîmarê paradîgmaya neteweya demokratîk, ku ji bo Rojhilata Navîn dê bibe ava jiyanê, birêz Abdullah Ocalan jî dibêje, ‘mirovê bêziman, mirovê mirî ye’. Ji bo hûnandina jiyanê, yekane rêya rizgarkirina gelên ku zimanê wan di bin xetereyê de ye ji sêdareya netewe-dewletan, bi lezgînî pêkanîna paradîgmaya pirnasnameyî û pirzimanî ye.
Em careke din diqîrin ku pirçandî û pirzimaniya me temînata aştiya civakî û jiyana hevpar e. Hebûna aştiyê ne bi yekperestiyê ve bi pirdengiya li ser bingeha wekheviyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê em dibêjin, ‘Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e.’
Ji bo avakirina aştiya civakî; divê astengiyên qanûnî yên li pêşiya mafê hemû gelên li welêt ku bi zimanê xwe perwerdeyê werbigirin bên rakirin û li gorî prensîba azadiya ziman an jî li gorî prensîbên herêmparêziyê şert û mercên ji bo pêşkêşkirina xizmetên gelemperî yên bi van zimanan bên qebûlkirin û bi awayekî makezagonî ev maf bên misogerkirin.
WERIN EM GORISTANA ZIMANAN BIKIN BAXÇEYÊ ZIMANAN
Em soza xwe dubare dikin; ji bo ku 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ku di pêvajoyek wiha de em pêşwazî dikin, bibe roja hevgirtin û têkoşînê em ê têkoşîna zimanê dayikê ji bo hemû zimanan bi taybetî jî ji bo zimanê Kurdî berfirehtir bikin.
Werin em goristana zimanan bikin baxçeyê zimanan. Werin em aştiya di navbera zimanan de ava bikin da ku aştiya civakî mîsoger bibe. Bijî mafê me yê zimanê dayikê! Bijî têkoşîna neteweya demokratîk a pirzimanî û pirçandî!”