ŞIRNEX - Ji ber berfa zêde rêya 19 gundên girêdayî navçeyên Elkê û Qilebanê hatin girtin.
Ji şevê din heta niha li navenda Şirnexê û navçeyên wê Elkê û Qilebanê berfeke zêde dibare. Berfê, bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kir. Ji ber barîna berfê rêyên gundên Navyan, Heştan û Beşagaçê yên girêdayî navendê û rêya gundên Germav, Çemêpîr, Bingevanda, Mezra, Pîroza, Batê, Hemka, Çemê Haskî, Kitir, Geznex û Feraşînê yên Elkê û rêya gundên Hedrin, Roboskî û Kirorê yên Qilebanê hatin girtin.
Komên Îdareya Taybet a Bajar ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan kir.