NAVENDA NÛÇEYAN - “Trena Aştiyê” ku bi pêşengtiya şandeya Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê û Akademîsyenên Aştiyê ji Enqereyê bi rê ketibû, gihişt Amedê.
Koma ku ji şandeya Hewldana Civakî ya Ji bo Aştiyê û Akademîsyenên Aştiyê pêk tê, ji bo tevlibûna Newroza Amedê ku bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin bibin, duh ji Enqereyê bi Ekspresa Guney Kurtalanê bi rê ket. “Trena Aştiyê” piştî rêwîtiya 24 saetan gihişt Amedê. Şande, li Qada Stasyonê ji hêla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Rêxistina DBP’ê ya Amedê, hevşaredarên DEM Partiyî û siyasetmedaran ve bi çîçekan ve hat pêşwazîkirin.
'AŞTÎ BI TÊKOŞÎNÊ AVA DIBE’
Li ser navê şandeyê Ayşegul Devecîoglû axivî û got: “Em dizanin ku li pêşiya me rêyeke dirêj heye. Bi vê zanebûnê hatin vê derê. Gelê Kurd îro li her dera Tirkiyeyê dengê aştiyê bilind dike. Em ji bo dengê xwe li dengê aştiyê zêde bikin hatin vê derê. Pirsgirêkên me mezin in û Tirkiye bi sepanên dijdemokratîk û derhiqûqî hatiye dorpêçkirin. Li pêşiya me serdemeke zor heye. Ji bo li hemberî banga aştiyê gavên hiqûqî bên avêtin, ji bo ev pêvajo were misogerkirin û ji bo bibêjin ku berxwedan û têkoşîna hevpar dikare were avakirin em hatin vê derê. Newroz pîroz be.”
Şande piştre jî derbasî Qada Newrozê bû.