AMED - Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê, bi sed hezaran kesên li qada Newroza Amedê hate guhdarîkirin.
Pîrozbahiya Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran kesan li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê ya Amedê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê ji dengê wî hate guhdarîkirin. Dema li nirxandinê dihat guhdarîkirin, wêneyê Abdullah Ocalan li ser ekrana ledê ya mezin hate nîşandan.
Di vê navberê de li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.