AMED - Li ser navê Tifaqa Kurdistanî Mehmet Kamaç di Newroza Amedê de axivî û got: “Divê îktîdar li hemberî banga dîrokî ya birêz Ocalan gavan biavêje.”
Li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Cejna Newrozê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûne û coşa li qadê her ku diçe zêde dibe. Pîrozbahî, bi axaftinan dest pê kir.
Ji ewil li ser navê Tifaqa Kurdistanî Mehmet Kamaç di pîrozbahiyê de axivî û got ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim têkoşîna azadiyê meşandiye. Kamaç, wiha got: “Şerê di navbera zaliman û têkoşerên edaletê bi sedsalan e didome. Gelê Kurd îro li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî zaliman têkoşîna azadiyê dimeşîne. Agirê Newrozê roj bi roj gurtir dibe. Dê Newroza 2025’an ji bo gelê Kurd bibe Newroza azadiyê.”
Kamaç, bal kişand ser yekitiya Kurdan û got: “Em yek in. Qedexeya li ser ziman û çanda me bi hezaran sal in didome. Lê belê hûn jî li vê qada berxwedanê dibînin; Kurdan tu caran dev ji daxwazên xwe bernedan û dê dev jê bernedin. Birêz Ocalan di banga xwe ya dîrokî de qala avakirina aştiyê kir. Em jî vê peyama sedsalî li erdê nehêlin. Ev bang, hêviya aştî û wekheviyê ye. Divê li hemberî vê banga birêz Ocalan demildest gav bên avêtin. Bila her kes bi ziman û çanda xwe azad bijî.”