NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî di peyama xwe ya ji bo Newroza Amedê de got, "Hêvîdar im wê Abdullah Ocalan di demeke serbest bê berdan."
Endamê Polîtburo ya PDK'ê Ozgur Lezgîn peyama Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya li Newroza Amedê xwend.
Endamê Polîtburo ya PDK'ê Serbest Lezgîn peyama Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya li Newroza Amedê xwend.
Di peyamê de wiha hat gotin: “Newroz bo gelê Kurdistanê, bihar, nûbûn û azadî ye. Newroz wateya jiyaneke nû û mizgîniya serkeftina ronahiyê li hemberî tarîtî û zilmê dide. Bi merasîma hatina cejna neteweyî ya Newrozê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê dikim. Ez pîrozbahiya Newrozê li hemû zarokên gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê dikim. Ez pîrozbahiyê li hemû wan gelan dikim ku Newroz bûye beşek ji çand û kevneşopiya wan.
Li vir dixwazim bi germî pîrozbahiya Newrozê li koçberên Kurd û wan milyonan Kurdan bikim ku bi hesteke bilind û dûr ji axa niştiman Cejna Newrozê bilind digirin û bihayên Newrozê li hemû cîhanê belav dikin. Ez ji wan re dibêjim ku hûn her dem di hizr û wijdana me de ne.
Şahî û cejnên we dirêjahiya şahî û cejnên me ne. Cihê şanaziyê ye ku em dibînin hûn di Newrozê de alaya azadiyê û rûmetê bilind dikin. Ez gelekî kêfxweş im ku li bajarê Kolnê yê welatê Almanyayê ahengên Newrozê tên lidarxistin û hûn hestên xwe ji bo welatê xwe dubare dikin. Hûn deng û rengê gelê xwe ne û ez destxweşiyê li we dikim.
Di roja cejna neteweyî ya Newrozê de bi şanazî em tekeziyê li ser çanda pêkvejiyanê û peyama aştîxwaziyê ya gelê Kurdistanê dikin. Her ji vê nerînê ve em piştgirê pêvajoya çareseriyê û aştiyê ne li Tirkiyeyê. Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de Birêz Abdullah Ocalan were azadkirin û em aştiyê wek rêya tenê ya rast û dirust ji bo çareserkirina pirsgirêkan dibînin.
Her di vê boneyê de em bi wê hêviyê ne ku dawî li êş û azarên Kurdan li Sûriyeyê were.
Kurd bi helwesteke hevpar û rêbazeke aştiyane li gel aliyên din ên Sûriyeyê bigihêjin encamekê ku di xizmeta hemû aliyan de be. Ez hêvîdar im ku Newroza îsal bibe destpêkek ji bo aramî û xweşiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê û herêmê bi giştî. Ew Newroz û hemû cejnên we di bextewerî û aştiyê de derbas bibin. Ez hêvî dikim ku gelên herêmê bikaribin di bin siya aramî û îstîqrarê de, di atmosfereke aştiyane û birayane de bijîn. Newroza we pîroz be, bijîn bi xêr û xweşî.”