AMED - Sebahat Tuncel di Newroza Amedê de bang li îktîdarê kir û got: “Rêya siyaseta demokratîk vekin.” Tuncel, wiha domand: “Em dixwazin Serok Apo li vir bibînin.”
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê ya Amedê bi coşeke mezin û bi beşdariya sed hezaran kesan didome. Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel di pîrozbahiyê de axivî.
'HÛN Ê RÊYA AŞTIYÊ ÇAWA VEKIN’
Tuncel, wiha got: “Silav ji Serok Apo re. Em bi hev re ji Îmraliyê re bibêjin ‘Newroz pîroz be’?” Girseyê jî bi yekdengî got ‘erê.” Sebahat Tuncel bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û got: “Birêz Abdullah Ocalan peyamek da gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Ji dewletê re got; ‘Ez dikarim pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî bikim.’ Bang li civakê kir; ‘Divê mirov her tiştekî ji dewletê hêvî neke. Em ê civaka demokratîk ava bikin.’ Ji wê rojê heta niha ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd hêviyek çêbû. Di demeke gel bi vê hêviyê dijî, dewletê berpirsyartiya xwe bicih ne anî. Tecrîd hêj didome. Hêj mercên azadiyê yên birêz Ocalan nehatine amadekirin. Hûn ê rêya aştiyê çawa vekin? Vekirina rêya aştiyê berpirsyartiya dewletê û avakirina civaka demokratîk jî berpirsyartiya me ye.”
Sebahat Tuncel, got ku îktîdar pêşiya siyaseta demokratîk digire û daxuyaniyên Devlet Bahçelî bi bîr xist. Sebahat Tuncel, wiha domand: “Di vê mijarê de tu gav nehatine avêtin. Qada siyaseta demokratîk tê tengkirin. Îmamoglû binçav kirin. Kî qala aştî û azadiyê dike, bi girtin û tundiyê gefan dixwin. Em ê çawa aştiyê bikin? Em îktîdarê hişyar dikin. Pêşiya siyaseta demokratîk vekin. Azadiya gelê Kurd azadiya birêz Ocalan e. Karê me hêsan nîne. Lê em ê bi ser kevin. Me heta niha her tişt bi berxwedana xwe bi ser xist. Careke din berxwedêran silav dikim.”
'JIN, JIYAN, AZADÎ FELSEFEYA AZADIYÊ YE’
Sebahat Tuncel, axaftina xwe wiha qedand: “Têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Lê em li dijî pergala mêrsedest jî têdikoşin. Heta ku jin azad nebin dê civak jî azad nebe. Lewma li her devera cîhanê dengê ‘Jin, jiyan, azadî’ bilind dibe. Ev dirûşm, felsefeya azadiyê ye. Em rêhevalên xwe yên jin ên di rêya azadiyê de dimeşin silav dikin. Jin, dê ji bo vekirina rêya azadî û aştiyê ya birêz Ocalan li ber xwe bidin. Em dixwazin Serok Apo li vir bibînin. Em dixwazin li ser Sûrên Amedê bibînin. Weke Kurd, em hemwelatiya wekhev dixwazin. Weke Elewiyan em hemwelatiya wekhev dixwazin. Dixwazin bi gelên Rojhilata Navîn re wekhev û azad bijîn. Em we tevan vecdixwînin têkoşîn û berxwedanê.”