AMED - Kesên di Newroza Amedê ya biheybet de di protokolê de cih digirtin, govenda azadiyê gerandin.
Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ku li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" tê lidarxistin, bi coşeke mezin didome. Kesên di protokolê de cih digirtin, govenda azadiyê gerandin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevkên HDK’ê Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, siyasetmedarên Kurd Leyla Zana, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên ji Kurdistan, Tirkiye û ji gelek welatên cîhanê ku li protokolê cih digirtin, li ber stranên Kurdî govend gerandin.