ENQERE - Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de biryar hate dayin. Cezayê herî mezin 16 sal û 12 meh, yê herî kêm jî 3 sal û mehek û 15 roj hatin dayin. Malbatan bertek nîşanî biryarê dan.
Di 14’ê Cotmeha sala 2022’yan de li navçeya Amasrayê ya Bartinê 43 madenvanan jiyana xwe ji dest dan. 12’emîn danişîna doza komkujiya madenê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bartinê hat lidarxistin. Di dozê de 4 jê girtî bi giştî 23 bersûc tên darizandin. Di dozê de biryar hat dayin.
Dadgehê bi sedema “Texsîra bi zanebûn” 16 sal û 12 meh cezayê hefsê da Cîhat Ozdemîr, 16 sal û 6 meh ceza da Selçûk Ekmekçî, 16 sal û 6 meh ceza da Mehmet Tural û 15 sal cezayê hefsê jî da Volkan Soylu. Di heman demê de biryar hate dayin ku rewşa girtî ya bersûcan bidome.
Ji bo 3 bersûcan jî biryara beraetê hate dayin. Ji bo bersûcên din jî herî zêde 16 sal û 12 meh û herî kêm jî 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê hate dayin.
Dadgehê, ji bo tevahiya bersûcan biryara qedexeya derketina derveyî welat da.
MALBATAN BERTEK NÎŞAN DAN
Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayin dema biryar dihat xwendin hêrs bûn. Parêzeran bi gotina “Ev biryar ji hêla sermaye û dewletê ve hatiye dayin.”
Parêzerên ku bertek nîşanî biryarê dan, hêj biryar nehatiye xwendin ji eywanê derketin.