STENBOL - Şaxa ÎHD a Stenbolê ji bo protestokirina desteserkirina Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê li pêşiya avahiya komeleyê daxuyaniyek da.
Hevseroka Giştî ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Eren Keskîn û gelek mafparêz beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ’’Na ji qeyûma re! Rêzê li îradeya gel bigirin’’ hatin vekirin û dirûşmeya ‘’Wê qeyûm biçin, em ê bimînin’’ hate berzkirin.
Eren Keskîn diyar kir ku desteserkirina şaredariyan li dijî hiqûqê ye û destnîşan kir ku desteserkirina Şaredariya Şîşliyê destwerdana li hemberî îradeya hilbijêrên Kurd e û got: ‘’Yanî ev yek dijminahiya li hemberî gelê Kurd e. Ji aliyekî ve qala pêvajoya nû tê kirin û ji aliyekî ve jî li hemberî gelê Kurd dijminahî tê kirin. Desteserkirina şaredariyan bi tu awayî nayê fêmkirin.’’
Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî jî bi bîr xist ku heya niha 12 şaredarî hatine desteserkirin û got ku desteserkirina şaredariyan li dijî rêgezên dewleta hiqûqê ya demokratîk e.
ÎHD’ê têkildarî desteserkirina şaredariyan ji Wezareta Karên Hundirîn re nameyek şand û di nameya xwe de daxwaz kir ku biryarên hatine girtin dubare werin nirxandin û betalkiri