NAVENDA NÛÇEYAN - BAC’ê da zanîn ku rojnameger Muhammed Usman Khan dema çalakiyên li Kettayê dişopand hate binçavkirin û tu agahî jê nayên girtin.
Li Eyaleta Belucistanê ya Pakistanê ji 21’ê Adarê heta niha êrişên ser gelê Beluc berdewam in. Di êrişan de gelek kes hatin binçavkirin, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
Kampanyaya Aktîvîstên Beluc (BAC) li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku rojnameger Muhammed Usman Khan duh dema li Kettayê hate binçavkirin û tu agahî jê nayên girtin. BAC’ê, da zanîn ku bavê Khan jî piştrast kiriye ku kurê wî hatiye binçavkirin û ji hêla kesên unîformayên hikûmetê li xwe kirin û çekdar ve hatiye revandin.
Hat ragihandin ku Khan di demên berê de jî ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatibû revandin û demekî dirêj îşkence lê hatibû kirin. Hat ragihand ku ji ber ku Khan nûçeyên binpêkirinên mafan ên dewleta Pakistanê li dijî Beluc û Peştunan diweşîne, gelek caran gef lê tên xwarin.
Welatiyên ku bertek nîşanî revandina Khan dan, li ser platformên medyaya dijîtal bi etîketa "#ReleaseUsmanKhan" banga piştevaniyê kirin.