AMED - Li Navenda Jiyanê ya Jinan a Ben û Senê di mijarên “Wekhevî/newekheviya zayenda civakî” û “Cureyên tundiya li dijî jinan û tundiyê” atolye hate lidarxistin.
Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên di çarçoveya “Gotina me neqediya, em ê bi hev re pêşî li tundiyê bigirin” de didomîne. Li Navenda Jiyanê ya Jinan a Ben û Senê di mijarên “Wekhevî/newekheviya zayenda civakî” û “Cureyên tundiya li dijî jinan û tundiyê” atolye hate lidarxistin.
Di atolyeyê de hate gotin ku zayenda biyolojîk xwe dispêre taybetiyên fîzîkî yên jidayikbûnê û zayenda civakî jî bi demê re dikare biguhere û di nava çandên cuda de dikare bi awayên cuda derkeve holê. Bi domdarî hat diyarkirin ku newekehviya zayenda civakî jî ji kêm tevlibûna jiyana xebatê ya jinan heta sûdgirtina newekhev a ji xizmetên tenduristiyê, di gelek qadên din de xwe nîşan dide.
Di atolyeyê de hate gotin ku yek ji girîngtirîn encamên newekheviya zayenda civakî jî tundiya li dijî jina ye. Her wiha di atolyeyê de pênasekirina tundiya li dijî jinan, cureyên tundiyê û mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê hatin vegotin.
Jinên beşdarî atolyeyê bûn jî bi mînakên nava jiyanê nîşan dan bê ka newekheviya zayenda civakî çawa jiyana wan bisînor dike. Jinan, destnîşan kirin ku êdî di nava malên xwe de jî behsa newekheviya zayendî dikin û bi vê yekê re hewl didin hemû endamên malê tev li karê nava malê bikin û qezenca xwe jî ji bo pêdiviyên xwe yên şexsî cuda bikin. Jinan, anî ziman ku hebûna navendên piştevaniya jinê, bi wan dide hîskirin ku bi tenê nînin. Jinan, destnîşankirin ku xwegihandina piştgiriya edlî ya bêpere ya ji bo mafên medenî ya di çarçoveya protokola di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Baroya Amedê de jî ji bo wan gelek girîng e.