NAVENDA NÛÇEYAN - Mazlûm Ebdî diyar kir ku banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rasterast bandorê li ser aştî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got ku armanca sereke ya konferansê mîsogerkirina mafên gelê kurd û tevahî pêkhateyan di Sûriyeya nû de ye.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesan ji Rojava, Bakur û Bakurê Kurdistanê, kesayetên ji deverên cuda yên Sûriyeyê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê dewam dike. Piştî axaftina komîteya amadekar, endamên dîwanê hatin hilbijartin ku ji hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û serokê Encumane Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê Mihemed Îsmaîl pêk hat.
Îlham Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku gelê kurd bi tevahî li benda vê bûyera dîrokî bû û got: "Rojava ji bo nîqaşkirina mafên xwe gihîştiye merheleyekê. Em gihîştin merheleya mîsogerkirina mafên Kurdan. Em helwestên Kurdî û hêzên Kurdî yên wekî ya Rêber Abdullah Ocalan, birêz Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî yên ku piştgirî dan hêzên Kurd û gelê Rojavayê Kurdistanê dibînin. Em dengê civaka xwe dibhîzin ku dibêje bibin yek. Va em li vê holê kom bûne da ku bighêjin wesîqeya mîsogerkirina mafên Kurdan."
Piştre Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî axivî. Mazlûm Ebdî piştî bixêrhatina beşdaran kir got: "Me ji bo parastina gelê xwe û parastina herêmê di şeran de zêdetirî 13 hezar şehîd dane. Em şîfayê ji tevahî birîndaran re dixwazin û vê konferansê diyarî tevahî şehîdên azadiyê dikin."
Mazlûm Ebdî spasiya Hevserokatiya KCK, Mesûd Barzanî kir ku piştgirî dane konferansê û got: "Ev konferans encama kedeke mezin, civîn û dan û standinên mezin a hêzên Kurdistanî ye."
Mazlûm Ebdî anî ziman ku Yekitiya Kurdan tê wateya yekitiya Sûriyeyê ye û wiha got: "Yekitiya kurdan ji bo tevahî Sûriyeyê hêzeke piştevaniyê ye. Pêdiviya Sûriye bi destûreke nû heye ku tevahî gelê Sûriyeyê hembêz bike û Sûriyeke demokratîk a nenavendî ava bike."
Ebdî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku ji 12 salan ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî pêkhate, kurd, ereb, suryan û ermen bi hev re dijînin û wiha got:"Me dîrokek mezin ava kir. Yek ji hêmanên me yên sereke parastina destkeftiyan e. Armanca me ew e ku mafên gelê Kurd di Sûriyeya nû de were nivîsandin û mîsogerkirin."
Ebdî anî ziman ku dê di konferansê de bernameya siyasî nîqaş bikin û dê derbarê avakirina şandeyeke hevbeş a ku dê ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan bi hikumeta Şamê re nîqaş bike, biryarekê bidin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bal kişand kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku ew bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê bangê û got, ev bang rasterast bandorê li ser aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê dike.
Ebdî got Konferansa Yekrêziya kurdî dê zemîna avakirina lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî ava bike.