'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’

img

WAN - Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Gunebakanê Derya Alpaslan diyar kir ku divê jin di pêvajoyên çêkirina qanûnan û biryardayinê de xwedî gotin bin. 

Komeleya Jinan a Gunebakanê di 25’ê Mijdara 2008’an de li Mêrsînê hate avakirin û armanca wê ew e ku amûrên ji bo wekheviya zayenda civakî pêk tînin peyda bike û van bixe meriyetê. Her wiha ji bo jin di hemû qadên jiyanê de bi zilaman re di nava şertên wekhev û berpirsyartiyên wekhev de bijîn têdikoş e. Komele, ji cihêkariya bingeha xwe ji zayendê digire heta bêqîmetkirina kedê, ji her cureyên tundiyê heta hemû cihêkariyên tên kirin disekine û li dijî pergalên xwezayê tune dihesibînin têdikoş e. 
 
Komxebata Navberê ya 28’emîn a Komxebata Stargehên Jinan a Mor Çatiyê û Navendên Piştevaniyê ku bi malovaniya Komeleya Jinan a Starê li Wanê hate lidarxistin. Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Gunebakanê Derya Alpaslan jî tev li komxebatê bû. Derya Alparslan têkildarî xebatên komeleyê û rola jinan a di têkoşîna civakî de nirxand. 
 
 
Derya Alpaslan, diyar kir ku ji sala 2008’an roja komeleya wan hatiye avakirin heta niha li dijî her cureyên binpêkirinên mafan ên li dijî jinan têdikoşin. Derya Alpaslan, got: “Xebatên me yên têkildarî tundiya li dijî jinê û newekheviya zayenda civakî didomin. Serlêdanên ji bo tundiya derûnî tên kirin, em xizmeta hiqûqî jî didin. Her wiha di mijara zayenda civakî de perwerdeyê didin û hewl didin jinan di vê mijarê de serwext bikin.” 
 
'ZÎHNIYETA MÊR-DEWLETÊ SERWER E’
 
Derya Alpaslan, got ku îktîdar hewl dide li ser bedena jinê tehekûma xwe ava bike û wiha pê de çû: “Ew biryarê didin ka dê jin çend zarokan biwelidînin. Em bi avadaniyeke ku zilam der heqê jinan de biryarê didin re rû bi rû ne. Zîhniyeta mêr-dewletê serwer e. Em komeleyên jinan li dijî vê avadaniya nekwehev têdikoşin. Newekheviya zayenda civakî yek ji bingehên sereke ya pirsgirêkan e. Li cihekî wekhevî tune be, pêkan nîne pirsgirêk bên çareserkirin. Di civakeke mêr lê serdest de biryarên têkildarî jinan jî mêr didin. Lê têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê demekî dirêj e didome. Heta ku ev têkoşîn hebe jî dê jin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hêza herî mezin, jin in.” 
 
'DI PÊVAJOYÊN AŞITIYÊ DE ROLA JINAN DIYARKER E’ 
 
Bi domdarî Derya Alpaslan bal kişand ser pêvajoya têkildarî pirsgirêka Kurd û got: “Di pêvajoyên aştiyê de rola jinan diyarker e. Pêvajoyên jin tê de cih negirin, mayinde nabin û bi xwe re aştiyeke adilane nayînin. Jin, bi nêrîneke berfireh li civakê dinêrin. Ne tenê xwe, civakê jî difikirin. Zarokan, jinan, zilaman bi hev re difikirin. Ne yekperest in, xwedî nêrîneke berfireh in. Li gorî me divê nêzikatiya li dijî pirsgirêkan jî bi vî awayî be. Divê aştî û azadî bi nêrîneke berfireh were nirxandin. Divê di çêkirina qanûnan û pêvajoyên biryardayinê de jin jî xwedî gotin bin. Divê di mekanîzmayên biryardayînê yên plankirina xizmetên navendên şêwirmendiyê û stargehan de jin cih bigirin. Jin raste rast ji van xizmetan bibandor dibin. Lewma divê biryar li gorî gotina wan teşe bigirin. Di planên çalakiyên wekheviyê yên herêmî û stratejîk de cihgirtina jinan gelek girîng e. Divê jin di her pêvajoyên der heqê jiyana wan de biryar tên dayin de cih bigirin.” 
 
'JIN JI PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ BIBANDIR DIBIN’ 
 
Deryan Alpaslan, daxuyand ku yek ji astengiyên li pêşiya wekheviya zayenda civakî jî feraseta rêveberiya navendparêz e û axaftina xwe wiha qedand: “Di nava vê pergalê de mijara herî rehet tê paşguhkirin, destkeftiyên jinan e. Mesela, qeyûm ji ewil êrişî destkeftiyên jinan dikin. An saziyên jinan bi temamî digirin an jî hundirê wan vala dikin. Di hemû pêvajoyan de ji ewil jin tên paşguhkirin. Di pêvajoyên şer, xizanî û krîzan de herî zêde jin bibandor dibin. Barê herî giran li ser milê wan tê hiştin. Herî zêde ew êşê dikişînin.” 
 
MA / Rûken Polat - Ozlem Yacan 
 

Sernavên din

12:11 Rêxistinên civaka sivîl têkildarî ‘mafê hêviyê’ daxuyaniyê didin ZINDÎ
11:20 'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye'
11:01 YNK û PDK ji bo hikûmeta nû dê cara 12’emîn bicivin
10:50 Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome
10:42 ‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’
09:56 Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket
09:32 Li Kutahyayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû
09:19 Geneviève Garrigos: Modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e
09:04 Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’
09:04 Li Samsunê hezaz: 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:02 Delegeyên Konferansa Yekrêziya Kurd: Niha dema Kongreya Neteweyî ya Kurd e
09:02 'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’
09:02 DEM Partî: Bi coşa Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
27/04/2025
16:52 Girtiya siyasî ji ber ber bêdengiya li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kir
15:52 'Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de bila lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin’
15:39 Bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meş hat lidarxistin
15:38 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana Reqayê
15:23 Ji bo Tanju Kaya şîn hate danîn
15:18 Rêveberiya nû ya MATUHAYDER’ê diyar bû: Divê tecrîd bê rakirin
15:13 Li Humsê gora komî hate dîtin
14:37 Meral Daniş Beştaş: Mijara herî girîng, mercên xebatê yên azad ên Ocalan in
13:57 Bîlançoya teqîna li bendergeha Îranê giran dibe
13:47 Rejîma Îranê cenazeyê Heydaranlu radestî malbata wî nake
13:26 Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû
12:51 Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
12:50 Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
12:30 Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
12:22 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad bibe
12:13 Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn
12:12 Kenanoglû: Rola Sirri Sureyya Onder a di civakîkirina aştiyê de mezin e
11:21 ‘Konferansa Yekitiya Kurdî li ser banga Abdullah Ocalan civiya’
10:57 Jin di têkoşîna li dijî tiryakê de bibiryar in
10:35 Li Amedê dê pêvajo ji milyonek kesan re bê vegotin
10:27 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:09 Li Girtîgeha Tokatê ev 7 meh in tedawiya girtiyan tê astengkirin
09:44 Rojnameger Tar: Cihê Qibrisê girîng e lê Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in
09:05 Di şer de ji malbata xwe 19 kes winda kir: Bila dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 27’Ê NÎSANA 2025’AN
26/04/2025
19:56 Xelatên İbrahim Ehmed dan Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û Zara Mihemedî
17:49 Li Qahîreyê panela 'Doza Ermeniyan di ramanên Ocalan de'
17:30 Dermankirina Onder di roja 11'an de ye: Xetere didome
17:23 Zarokê 9 salî gava erd diajot bi giranî birîndar bû
17:17 Ji bo berdana girtiyên nexweş Yanik û Elbî bang kirin
17:11 Serokê Baroya Stenbolê beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bû
16:13 Li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê dar hatin çandin
15:47 Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat eşkerekirin
15:33 Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya xizmên windayan
14:42 Beşdarên Konferansa Yekîtiyê: Di berxwedana Kobanê de yekîtî pêk hat
14:34 Li Bendera Bender Ebbas a Îranê teqîneke mezin
14:27 Li dijî tiryakê avakirina 'Platforma Şiyar Be!' hat deklerekirin
14:22 Ji Barzanî ji bo Konferansa Neteweyî peyam
13:52 Li Amedê Konferansa Yekîtiyê hat silavkirin
13:21 Ji KCK'ê ji bo Konferansa Neteweyî peyam
12:01 Mazlûm Ebdî: Yekîtiya kurdan yekîtiya Sûriyeyê ye
10:55 Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dest pê kir
10:37 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:30 Li Şamê qedexeyeke din: Qada xebatê ya bijîşkên jin û mêr ji hev hat veqetandin
10:16 Di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê de 47 kesên din jî hatin binçavkirin
09:49 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:07 Karkerên îneşatê dê ji bo daxwazên xwe li qadên 1'ê Gulanê bin
09:02 Dadgehê rapora ÇED'ê ya projeya GES'ê betal kir
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2025'AN
25/04/2025
16:30 Rapora ÎHD’ê ya 2024’an: Li Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinan mafan hatin kirin
15:40 Girtiyên lêgerîna tazî protesto kirin xistin hucreyê
15:34 Aydogdu ê DEM Partiyî hate berdan
15:24 Li 17 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan
14:40 Şandeya DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
14:29 Li lîstikvanê heqaret li alîgirên Amedsporê kiribû ceza hate birîn
14:20 Generalê Rûs di êrişa bombeyî de mir
14:19 Rapora binpêkirinên li 9 girtîgehan: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:27 Ji HDK û DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Gulanê: Em ê li Kadikoyê bin
13:07 Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir
12:19 Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn
12:14 Jinên tev li atolyeyê bûn: Mijara newekheviyê êdî li nava malê jî tê axaftin
11:49 Li dijî biryara komkirina romana ‘Lawikê Gund’ îtîraz hate kirin
11:32 Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike
11:25 Komxebata 28’emîn Stargehên Jinan dest pê kir
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin
10:30 Doza Narîn Guranê dest pê kir
10:23 Jinên Elewî yên Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser ji bo gelan hêvî ye
09:47 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:45 1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin
09:32 Rêxistinên ciwanan: Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li bangê derkevin
09:28 Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
09:27 Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin
09:01 TJA: Em fikra ku jinê hepsî malê dike qebûl nakin
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan