STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku ew ê bi dirûşma “Civaka demokratîk” li qadan bin û got: “Li dijî bêkarî, şer û tecrîdê em ê bi daxwaza aştî û azadiyê li qadan bin.”
Amadekariyên ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran ên li Stenbolê didomin. Meclisa Stenbolê ya Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve” amadekariyên xwe didomînin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku divê girseyên 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê jî û da zanîn ku ew ê li dijî bêkarî, şer û tecrîdê bi daxwaza aştî û azadiyê li qadan bin.
‘EM Ê COŞA NEWROZÊ VEGUHÊZIN QADÊN 1’Ê GULANÊ’
Arîfe Çinar, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev bang, destpêka pêvajoyeke nû ya siyasî ye. Divê çavkaniyên ji bo polîtîkayên şer tên xerckirin ne ji bo şer, ji bo kedkaran bên xerckirin û em ê ji bo vê dengê xwe bilind bikin. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Ji bo vê jî qadên 1’ê Gulanê girîng in. 1’ê Gulanê sembola berxwedanê ye û ji bo karker li dijî kedxwariyê dengekî hevpar derxînin, firsendek e. Me, 8’ê Adarê û Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin. Em ê vê coşê bi 1’ê Gulanê tacîdar bikin. Yek ji sedema herî girîng a vê coşê jî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Gelên Tirkiyeyê di asta herî jor de xwedî li banga aştî û civaka demokratîk derketin.”
BAL KIŞAND SER ‘CIVAKA DEMOKRATÎK’
Bi domdarî Arîfe Çinar anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên pir mezin hene û wiha pê de çû: “Banga birêz Ocalan a ‘Aştî û civaka demokratîk’ ji bo bindest û kesên keda wan tê xwarin xwedî wateyeke mezin e. Ji ber ku di vê serdemê de keda çîna karker zêde tê xwarin. Lewma jî karker di mijara avakirina civaka demokratîk de dikarin bi roleke mezin rabin. Li hêla din îktîdar di polîtîkayên şer de israr dike. Gel li dijî vê pergala şer nerazî ye. Me li qadan dît ku gel li dijî vê polîtîkaya berê gel dide hev û yekperestiyê ye. Em jî dê bi dirûşma civaka demokratîk li qadan bin.”
‘TEHEKÛMA LI SER BEDENA JINÊ’
Di berdewamê de Arîfe Çinar jî bi lêv kir ku pergala mêrê serdest her ku diçe tehekûma xwe ya li ser bedena jinê zêdetir dike û wiha axivî: “Zîhniyeta îktîdarê, tundiya li ser jinê zêdetir dike û her roj cînayetên jinan tên kirin. Qanûnên pêşiya tundiya ser jinê digirin hedef tên girtin û jin jî ji bo daxwazên xwe biqîrin, haziriyên 1’ê Gulanê dikin. Ji bo pêşerojeke baş, ji bilî têkoşînê tu şensê jinan nîne lewma jin her tim li kolanan e. Ji ber vê jî dê jin di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”
‘BILA AŞTÎ BIBE QÊRÎNA ME TEVAN’
Arîfe Çinar, destnîşan kir ku weke DEM Partiyê ew li sê herêmên Stenbolê xebatên xwe yên 1’ê Gulanê didomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoyê de li gelek herêman me bi dirûşma ‘Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve’ hevdîtin bi gel re kirin. Li gelek herêman xebatên me didomin. Di vê çarçoveyê de, ji bo dengê xwe bidin bihîstin em hemû karker û kedkaran vedixwînin Qada Kadikoyê. Bila aştî bibe qêrîna me tevan.”
MA / Esra Solîn Dal