NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 34 partî û rêxistinan banga rawestandina şerê li çolterê Şamê kirin û gotin: “Çek û tundî ji bilî wêranî û rijandina xwînê tu tiştekî bi xwe re nayînin.”
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 34 partî û rêxistinan, ji ber şerên li deverên Sehnaya û Ceremana yên gundewarên Şamê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di vî rewşa dijwar de, bikaranîna tundî û çekan a ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera gelê Sûriyeyê de cihê şermezariyê ye û xizmeta dijminên Sûriyeyê dike.
Bi domdarî hate gotin ku çek ji bilî wêranî û herikîna xwînê tiştek din bi xwe re nayîne wiha domiya: “Çek deriyên diyalog û tifaqan digirin ku rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan e. Em bang li hemû aliyan dikin ku demildest dawî li şer bînin û zimanê diyalog û aqilmendiyê bi kar bînin, ji zimanê tol û provokasyonê bi kar neyînin û ji şerê mezhebî, taîfî û etnîkî dûr bikevin.”
BANG LI ALIYAN KIRIN
Di daxuyaniyê de her wiha bang li tevahiya hêzên siyasî, civakî, hoz, saziyên olî û sivîl hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û nîştimanî pêk bînin û ji bo rêgirtina li ber şerekî navxweyî bikevin tevgerê. Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Sûriye ya hemû gelê wê ye. Tiştên ku me tînin gel hev, ji yên ku me ji hev dûr dixin, bêtir in. Em tevna xwe ya civakî ya mayî biparêzin. Bi hev re em ji bo rawestandina herkîna xwînê kar bikin û welatekî bi aştî, edaletî û wekhevî ava bikin."
NAVÊN PARTÎ Û RÊXISTINAN
Partî û rêxistinên daxuyanî dane ev in: “Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partî Demuqratî Kurdistanî - Sûrî, Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriye, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya, Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK), Heyet El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî), Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çaksazîyê-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokrat, Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK), Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Partiya Muhafizkaran, Partiya Têkoşîna Demokrat, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Partiya Guhertina Demokratîk, Partiya Yekitiya Suranî, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (Yekitî), Tevgera Çepir a Şoreşgerî li Sûriyeyî, Partiya Sûraya ya Demokrat û Partiya El Weten El Sûrî.”
ÇI BÛBÛ?
Ji 28’ê Nîsanê ve li deverên Ceremana, Sehnaya û Eşrefiye Sehnaya yên Şamê ku piraniya niştecihên wê durzî û xiristiyan in, şer rû dide. Şer piştî belavbûna qeyda deng a bêrêziyê li ol dike, dest pê kir ku li zanîngehan û hin deverên din ên Sûriyeyê bû sedema nîşandana bertekan.