NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di 62 salên emrê xwe de bû têkoşerê azadî, demokrasî û aştiyê.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, di 15’ê Nîsanê de ji ber firehbûna demara aortê krîza dil derbas kir û li Nexweşxaneya Florence Nightinaleyê ya li Şîşlî ya Stenbolê di beşa lênihêrîna awarte de dihat tedawîkirin. Onder, duh bi şev jiyana xwe ji dest da.
Onder, di sala 1962’yan de li Semsûrê ji dayik bû, ji senarîstiyê heta produktoriyê, ji lîstikvaniyê heta nivîskariyê, ji parastvaniya mafan heta siyasetê di gelek qadan de li pey xwe mîrateyeke mezin hişt. Zarokek û neviyeke Onder hene û ji sala 2013’an heta niha jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî roleke çalak bû.
* Wêneyê Sirri Sureyya Onder ê di dema girtîgehê de hatiye kişandin.
* Sirri Sureyya Onder û keça wî Ceren Onder Kandemîr.
* Sirri Sureyya Onder li gel neviya xwe ye.
* Sirri Sureyya Onder, weke derhêner, senarîst, şêwirmendê senaryoyê û lîstikvan di projeyên weke “Emret Komutanım (senarîst)”, “Kalpsiz Adam (şêwirmendiya senaryoyê)”, “Sis ve Gece (lîstikvan)”, “Mutluluk (lêguncandin)”, “O... Çocukları (senarîst),” “Zombilerin Düğünü (lîstikvan)”, “Ejder Kapanı (lîstikvan)”, Mar (lîstikvan)”, “Yeraltı (lîstikvan)”, “F Tipi Film (derhênerê hevpar, senarîst)”, “Düğün Dernek (lîstikvan)”, Ferahfeza (lîstikvan)”, “İtirazım Var (senarîst, lîstikvan)”, “İçimdeki Ses (lîstikvan)”, “14 Tirmeh (lîstikvan)”, “Manyak (lîstikvan)”, “Taş Yok Mu Taş (kurtefîlm; derhêner, senarîst, lîstikvan)” de cih girt.
* Di sala 2011’an de bi awayekî çalak di siyasetê de cih girt. Di hilbijartinên giştî yên wê salê de weke namzetê serbixwe yê Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê li Stenbolê hate hilbijartin û bû wekîl. Di sala 2013'an de tev li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû û xebatên xwe yên siyasî domand. Serdemekê cîgirtiya hevserokên giştî ya partiyê kir.
* Dema Wekîlê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû, pêşengtiya Berxwedana Geziyê kir. Got ‘ez wekîlê dara me” û înşaeta li Parka Geziyê da sekinandin.
* Dema Sirri Sureyya Onder ji bo bîranîna kesên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dayin, çîçekê datîne Parka Geziyê.
* Sirri Sureyya Onder li Meclisê li ser berteka wekîlên AKP’î ya “bombeyên gazê nehatine avêtin”, cilên xwe derxist û birîna ji ber kapsula gazê çêbûyî nîşan da.
* Ji xebatên hilbijartinê yên Sirri Sureyya Onder wêneyek.
* Sirri Sureyya Onder demekî dirêj bû Serokwekîltiya Meclisê dikir.
* Di pêvajoya hevdîtinên di sala 2013-2015’an ên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewlet/îktîdarê de yek ji siyasetmedarên herî çalak jî Sirri Sureyya Onder bû. Onder, di hevdîtinên bi Abdullah Ocalan û rayedarên KCK’ê re de jî cih girt û ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê gelek ked da.
* Onder, di Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih digire. Onder û endamên din ên şandeyê, di çarçoveya hevdîtinan de di meha Sibatê de çûn Herêma Federe ya Kurdistanê.
* Onder, piştî hevdîtinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û gotibû: “Ji bo aştiyê me hewl da zemîna civakî ya herî berfireh ava bikin.”
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Onder jî di daxuyaniyê de cih girt.
Onder û şandeya pê re piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê, li Girava Îmraliyê wêneyeke komî kişandin.
* Dema Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê banga Abdullah Ocalan li hotêleke li Stenbolê dixwînin.
