AMED - Şêniyên gundê Cixse yê Pasûrê li dijî projeya GES’ê çalakî li dar xistin û proje protest kirin.
Tê xwestin ku li çêrgeha biqasî 48 metreyan dûrî gundê Cixse yê nvaçeya Pasûrê ya Amedê Pergala Enerjiya Rojê (GES) ya bi kapasîteya 30 hezar panelan, were çêkirin. Şêniyên gund, ev hewldan protesto kirin. Li gorî daxuyaniya Platforma Parastina Gundê Eskîagaçli Budukayê, Hevşaredarê Pasûrê Mûrat Îpek, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û ekolojîst jî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwezaya me hebûna me ye, em dev jê bernadin” hate hilgirtin.
Endamê Komîsyona Hawirdor û Hiqûqa Bajar a Baroya Amedê Ahmet Înan di serî de endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya bi bîr anî û got dê ji bîr nekin.
BAROYÊ GILÎ KIR
Ji Komeleya Ekolojiyê Leyla Çîte jî got: “Em ji bo piştevaniyê li vir in. Em ê xwezaya xwe radestî serdestan nekin.” Ji Komîsyona Hawirdor û Hiqûqa Bajar Berfîn Kiliçustun jî da zanîn ku wan doza betalkirinê vekirine û got: “Di rapora ÇED’ê ya têkildarî projeyê de li şûna vê qada şîn, wêneyê cihekî din hatiye nîşandan. Me li dijî vê hîleyê gilî kir. Em ê destûrê nedin vê zîhniyetê. Li dijî berjewendiyên sermayeyê em ê her tim berjewendiyên gel biparêzin.”
‘EM QEBÛL NAKIN’
Şêniyên gund jî diyar kirin ku ew debara xwe bi ajalkariyê dikin û projeyê qebûl nakin. Welatiyan got; “Em naxwazin panelên rojê li vir bên danîn. Dê hevsengiy ekolojiyê xera bikin û em li dij in. Dê li dijî wan têbikoşin.”