Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin

img

AMED - Nûnerên saziyên ziman ên bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî amadekariyên çalakiyan dikin, destnîşan kirin ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Komele, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo pêşxistina zimanê Kurdî ku xebatên xwe didominîn, di 3’yê Gulanê de bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî starta çalakiyan dan. Di navbera 4'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê de wê gelek konferans, meş û panel bên lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza sereke "Rewşa perwerdeya kurdî ye." 
 
'DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEHIYÊ'   
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Pekerê ku beşdarî daxuyaniyê bû li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê banga "Em xwedî li zimanê xwe derkevin" kir. Bahar Pekerê diyar kir ku bi taybetî zaravayê kirmanckî di xetereyê de ye û got: "Divê em biçin qursên kirmanckî. Divê em zarokên xwe bişînin qursan."
 
Aktivîsta TJA'yê Emîne Caynakê got ku gel bi zimanê xwe tê naskirin. Emîne Caynakê got: "Divê em zimanê xwe zindî bihêlin. Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê hemû erkên xwe bi cih bînin."
 
Hevberdevka Komîsyona Ziman a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê Gulbahar Ateşê jî got: "Ziman ji ber ku hebûn û nasnameya gelan e girîng e. Ji ber vê yekê divê li bazarê, li kuçe û kolanan, li her derê bi kurdî bê axaftin."
 
BANGAWAZÎ  
 
Zimanzan Samî Tan jî destnîşan kir ku kurdî nasnameya kurdan e. Tan got: "Ziman girîng e. Ji ber vê yekê zimanê kurdî mifteya azadiya gelê kurd, statuya siyasî ya gelê kurd e. Lewma divê her kurdek ji 7 salî heta 70 salî bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive, bixwîne û binivîsîne. Divê jiyana xwe ya rojane bi zimanê dayikê bijî. Divê malbat bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin."
 
Berdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli Balsakê jî destnîşan kir ku divê kurdî bibe xwedî statu. Cemîle Turhalli Balsakê got: "Hûn nikarin hebûna zimanekî bê statu misoger bikin. Zimanê kurdî zimanekî qedîm e. Bi hezaran sal e li ser pêyan maye. Ev 40 sal in kurd ji bo zimanê xwe têdikoşin. Li tevahiya Kurdistanê ji bo ziman têdikoşin. Heta ku em bigihin armanca xwe em êm ê vê têkoşînê mezin bikin." 
 
Yek ji welatiyên beşdarî çalakiyê bû Mîne Karakaşê jî got: "Ev 100 sal in li ser kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Ev asîmîlasyon ne tenê li ser ziman, li ser çand û nasnameyê jî didome. Ger ziman bê jibîrkirin, her tişt tê jibîrkirin. Ji ber vê yekê zimanê dayikê gelekî girîng e. Divê em wî biparêzin." 
 
Ji mamosteyên zimanê kurdî Dîlan Guvençê jî diyar kir ku divê kurdî bibe xwedî statu. Dîlan Guvenç, anî ziman ku divê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. 
 
Hevşaredara Çinarê Semra Akyuzê banga "Em dixwazin bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe bifikirin. Bila kurdî bibe zimanê fermî."
 
 

Sernavên din

17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje