STENBOL - ESP û SGDF'iyan, ji bo piştevaniya bi girtiyên ku bi daxwaza girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind di çalakiya greva birçîbûnê de ne, çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin. Çalakvanan gotin ku divê kesên li derve piştgiriyeke xurt bidin girtiyan.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de di 28’ê Çileyê de bi ser malan de hate girtin û 34 kes hatin girtin. Kesên hatin girtin ji ewil birin Girtîgeha Marmara û Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û piştre jî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. 7 ESP û SGDF'î jî sewqî Girtîgeha Çarlu Karatepe û Girtîgeha Hejmar 2 ya Sîncanê ya bi Ewlekariya Bilind hatin kirin. 7 girtiyên sewqî van her du girtîgehan hatine kirin, bi daxwaza girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind û bidawîkirina binpêkirinên mafan di 21’ê Adarê û 28’ê Adarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kirin.
HEM LI HUNDIR HEM LI DERVE ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ
ESP û SGDF'iyan, li Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerde Estetîk Çand Hunerê ya li navçeya Kadikoy a Stenbolê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kiribûn. Çalakî duh bi dawî bû. Endama MYK’a Meclisê Jinên Sosyalîst (SKM) Serpîl Topal diyar kir ku girtîgehên bi ewlekariya bilind dişibin bîran. Serpîl Topal, da zanîn ku ev girtîgeh weke bloqên 3 qat, têlên direhî yên du qet hatine avakirin û girtî hemû pêdiviyên xwe di hucreyên derdora 6-8 metreyan de cîbicî dikin û hewşên van hucreyan nînin.
'DERMAN NÊZÎ HEFTEYEKÊ NEHATIN DAYIN’
Serpîl Topal, diyar kir ku girtiyên li girtîgehên bi ewlekariya bilind rastî gelek binpêkirinên mafan tên û wiha domand: “Dema girtî tên sewqkirin, di têketina girtîgehan de lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Hefteyekê dermanên hevalê me yê nexweşiya wî ya pişikê ya kronîk heye nedanê û nebirin nexweşxaneyê. Her wiha ji bo hîjyenê alavên pêwîst nehatin dayin. Di dema çalakiya greva birçîbûnê de gardiyanan bi devkî ew tacîz kirin. Divê têlên duqet bên rakirin û şertê derketina hewşê ya ji bo saetek û nîvan were rakirin. Bêguman divê ev girtîgehên bi tîpa bîrê ku îzolasyoneke giran heye, girtî ji deng, roj, hewa bêpar tên hiştin û tên tecrîdkirin, bên girtin.”
24 SAETAN BI KAMERAYAN DIŞOPÎNIN
Endamê ESP’ê Kerem Bukre jî girtîgehên bi ewlekariya bilind weke “Tu nikarî bêhnê bistînî û rojê bibînî” vegot û ev tişt anî ziman: “Hewl didin girtiyan teslîm bigirin û ji hêla psîkolojîk ve wan tune bikin. Dema ev girtîgeh ava kirin, digotin dê girtiyên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn lê bên bicihkirin. Em li dijî vê ne lê girtiyên hêj îdianameya wan nehatiye amadekirin jî dixin van girtîgehan. Dema li wir bertekek tê nîşandan jî cezayên weke qedexeya hevdîtinê, şandin û wergirtina nameyan û bêparhiştina ji pêdiviyên sereke tên dayin. Di hundirê hucreyan de kamera hene ku 24 saetan girtiyan dişopînin.”
'DIVÊ GIRTÎ BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN’
Bukre, destnîşan kir ku êrişên li girtîgehan ên li dijî girtiyên siyasî ne mijareke nû ye û axaftina xwe wiha qedand: “Di salên 1982, 1984, 1996, 2000’î de rojiyên mirinê hebûn. Komkujiya Ulucanlarê, Komkujiya 19’ê Kanûnê hene. Di esasê xwe de girtî ji berê xwe ve li ber xwe didin û teslîm nabin. Meseleya esasî ev e, dema bi girseyan re pêwendiyên wan çêdibin bi ser dikevin. Ji bo mirov li dijî vê hewce nake mirov sosyalîst be. Mirovbûn besî vê dike. Lewma divê em li derve dengekî xurt derxînin, em dixwazin berê gel bidin wir û girtiyan bi tenê nehêlin. Tecrîda li girtîgehan didome, girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye nayên berdan. Divê em teqez piştevaniyê bidin girtiyan. Di demên berê de me ev êriş çawa vala derxistibin, em di wê baweriyê de ne ku dê bi berxwedana xwe van êrişên girtîgehên bi tîpa bîrê jî têk bibin.”
MA / Yeşîm Tukel